Êlên Ereb: Erdogan qirkirina tevahiya pêkhateyan dike hedef

Rûspiyên êlên Ereb ên kantona Qamişlo destnîşan kirin ku Erdogan qirkirina tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêma bakurê rojhilatê Sûriyê armanc dike û gotin" Êrişên wê yên niha li her bajarê Til Temrê yê ku piraniya niştcehên wê Ermen û Asur in, dagirkirina Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê îsbata vê yekê ne.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê v ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve tênê êrişkirin. Artêşa Tirk a dagirker destpêkê yekser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê kirin hedef. Di encama topbarana dijwar û bêserûber de şêniyên her du bajaran neçar man ji warên xwe derkevin.

Girêdayî mijarê rûspiyên êlên Ereb ên kantona Qamişlo diyar dikin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker destpêka qirkirina komî ye der heqê tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rûspiyê êla Şumer, Newaf Fehed El-Xedan got: "Wek êlên herêmê em dibînin ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî tevahiya pêkhateyên herêmê ye. Destpêkê Serêkaniyê û Girê Spî yên ku piraniya niştecihên wê Ereb in kirin hedef bi armanca ku herêmê ji şêniyên resen vala bike û şêniyên din ku têkiliya wan bi vê herêmê tune ye bi cih bike."

El-Xedan diyar kir ku îdia dibêjin Rêveberiya Xweser parçebûnê dixwaze, ne rast in û wiha domand: "Em hemû li ser vê axê biran e. em hev diparêzin û destkeftiyên şehîdên xwe diparêzin. Em bi yekrêzî li rex Hêzên Sûriye Demokratîk in. Em destê xwe dirêjî her kesê ku destekê didin rawestandina rijandina xwînê dikin. "

 ‘Civaka navdewletî tenê şermezar dike ev jî têrê nake‘

El-Xedan bi navê êlên herêmê bang li civaka navdewletî kir ku bi lez mudexele bike û êrişên dewleta Tirk  a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û wiha domand: "Civaka navdewletî tenê şermezar dike. Şermezarkirin têrê nake ji ber ku gelê me tê kuştin, dizîn û koçberkirin."

Di nav gotinên xwe de El-Xedan balkişand ser ku tevahiya hêzên navneteweyî yên li Sûriyê bi nakok in, ji bo berjewendiyên xwe parçekirina Sûriyê armanc dikin û wiha pê de çû: "Gelê herêmê tekane aliyê ku tu berjewendiyên wî tune ye. Lê belê ax, rûmet û hebûna xwe diparêze."

Di dawiyê de El-Xedan got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezkirin û hevkirî dijîn. Tu ferq di navbera Kurd, Ereb û Suryan de tune ye. Divê civaka navdewletî vê tabloya xweşik di ber çavan re derbas bike."

 ‘Armanca Erdogan dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye‘

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla El-Tay Zahid El-Mihemed îdiayên Erdogan derewandin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku li ser ewlehiya xwe ya neteweyî ji kurdan ditirse û wiha got: "Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li herêmê dimînin. Armanca Erdogan a bingehîn dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Êrişên wê yên niha li ser Til Temirê yê ku piraniya niştecihên wê Ermen û Asur in, dagirkirina Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê îsbata wê yekê ye."

El-Mihemed pirsî: "Çima dema çeteyên DAIŞ`ê li ser sînor bûn Tirkiyê li ser ewlehiya xwe netirsî? Tirkiyê DAIŞ`ê ava kir û şand herêmên me ji bo ku ewlehiya gelên herêm têk bibe."

El-Mihemed balkişand ku dewleta Tirk a dagirker di destpêka êrişên xwe de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtîgehên ku DAIŞ`ê tê de ne kirin hedef û wiha pê de çû: "Sedem jî ji bo ku wan xilas bike û vegerîne hemêza xwe. Her wiha ji bo ku têkiliyên wê bi çeteyan re di salên borî de eşkere nebin."

Di dawiyê de El-Mihemed banga hesabxwestinê ji Erdogan û çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û her kesê bi dagirkeriyê re hevkar e kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din