​​​​​​​Lêkolînên zanistî yên çandiniyê tovên kalîteyên bilind û berhemdar digihînin

Gerînendetiya Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê ya Qamişloyê bi rêya tecrûbeyên xwe li 75 doniman hewl dide cureyên tovan bi pêş bixe û baş bike û cureyên di aliyên berhemdar û berxwedaniyê de ne baş in, bi paş ve bikişîne. Wê yekê bi cureyên gihandina tovên nû pêk tîne.

Gerînendetiyên Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê yên taybet bi gihandina cureyên nû ji tovên çandiniyê ye. Da ku xwedî kalîteyên berhemdar û taybetmendiyên baş bin û bi hawaya her herêmekê re bibin yek. Ev yek mîna lêkolînkirina li cureyên xwedî pêdiviyên avê yn kêm û li hember şorbûnê û pandeyên çandiniyê li ber xwe bidin.

Ev yek ji bo rênîşana bikaranîna destwerdanên berhemdanê; av, semad û dermanên ji bo zêdebûna berhemdana çandiniyê û kalîteyeke baş pêk tê ku xwe bigihînin têgeha ewlehiya xwarinê û çandiniya mayînde.

Gerînendetiya Lêkolînên Zanistên Çandiniyê ya yekane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Hîmo yê gundewarên Qamişloyê ya herêma Cizîrê ye û li gorî 4 beşên sereke dixebitin; Daîreya lêkolînên berhemên çandiniyê, daîreya lêkolîna parastina giyayan, daîreya lêkolînên daneyên xwezayê û daîreya lêkolînên sewalvaniyê.

Gerînendete 75 donim ji zeviyên çandiniyê ji bo lêkolîn û çandiniyê veqetandiye û tecrûbeyên tovan bi hemû cureyan li rûberên biçûk ku 10 metreyan derbas nake, diçîne.

CUREYÊN HEYÎ

Li gorî gerînendetiya lêkolînan tovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên çandinî yên herêmê û yên derve ne; genim sert û nerm ên herêmê ku 16 cure ne. Ji wan 10 cure ji derve ne. 6 cure ceh, 6 cure nok, 4 cure nîsk û 6 cure pembo hene.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/28/182937_.jpg

Der barê cureyên li herêmê tên çandin û tecrûbeyên li navendê, endamê rêveber ê Gerînendetiya Lêkolînên Zanistên Çandiniyê û endazyarê çandiniyê Îsmaîl Xelîl wiha got: "Gerînendete xwedî lêkolîn, tecrûbe û ne berhemdar e. Erka wê gihandin û pêşxistina cureyên nû û nifşên nû li gorî guhartinên jîngehê yên li herêmê ji aliyên rewşên hawa, nexweşî û kêzikan ve ye. Ji ber ku pêdivî bi cureyên nû ku li hember nexweşî, pandemî û kêzikan li ber xwe bidin, heye."

Xelîl wiha domand: "Hin cure hatine bikaranîn gihaştin qonaxa tevlihevî, xerabbûn û tecrîdbûna genetîk. Berhemên wan kêm bûn û êdî berxwedana wan jî lawaz bû. Em bi saziya zêdebûna tovê hewl didin van cureyan ji planên çandiniyê vekişînin. Em di navenda xwe bi rêya tecrûbeyên xwe dixebitin ku cureyên baş hilbijêrin ku bibin berdêla yên xerabbûyî. Lê hîn biryarên piştî wê nehatine dayîn."

′REWŞA TOVAN A ÎSAL′

Endazyar Xelîl got wî bi rêya gerên xwe yên meydanî çavdêrî li zevî û berhemên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kirin û rewşa nixand û wiha pê de çû: "Rewş hinekî baş e, lê hin nexweşiyên kovarkê û kêzikan hebû. Lê negihaştibû qonaxa pandemiyê û em dikarin wê yekê têk bibin."

′GAVÊN PÊŞXISTINA SAKTORA ZANISTÎ YA ÇANDINIYÊ′

Li ser mayîndebûn û ewlehiya bikaranîna dermanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endazyar Xelîl wiha domand: "Li gorî semad û dermanên ji derve tên. Mixabin tu taqîgeheke çandiniyê tune ye ku testa van madeyan bikin. Her wiha taqîgeha analîzekirina van madeyan jî tune ye. Jêdera hin ji wan nayê zanîn. Lê em hewl didin taqîgehekê di demeke nêz de çêkin."

Endamê rêveber Xelîl got dê xebata gerînendetiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya vekirina navendên xwe yên şaxî fireh bin û wiha anî ziman: "Niha xebat li ser vekirina navendeke din li Reqayê, Dêrik û Hesekê de tê kirin."

Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: "Wek gava destpêkê hin bername ji Reqayê re hatin veguhastin. Da ku lêkolîn û bername ji bo tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin kirin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din