​​​​​​​Lêkolînereke lubnanî: Pirsgirêkên Tirkiyê ji ber înkarkirina doza Kurd in

Lêkolînera Lubnanê û pispora karûbarên Tirkiyê Dr. Huda Rizq got: “Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve rêveberî radestî Îxwam El-Muslimîn kiriye. Xewênên Tirkiyê yên li Iraqê kevin in û bi derbasîbûna DYA û lawazbûna welatên Erebî re xewna wê nû bû. Pirsgirêka Tirkiyê ya navxweyî ji ber înkarkirina doza Kurd e.”

Mudaxeleyên Tirkiyê di karûbarên dewletên Ereb de, bi taybet Sûriyê, Iraq û Lîbyayê zêde bûne. Ev mudaxeleyên Erdogan ji raya giştî ya erebî bûne cihê fikaran.

Lêkolînera Lubnanê û pispora kar û barên Tirkiyê Dr. Huda Rizq di hevpeyvînekê li gel ANHA'yê got: "Li Sûriyê hedefa yekem guhertina rejîmê ye. Ahmed Davûdoglu destpê dema ku çû gel Beşar Esed û jê re got ku şîa bi dawî bûn Sunî dest pê kir. Ev nîşan dide ku divê Esed dest ji hin erkên xwe berde û radestî serokwezîr bike. Serokwezîr jî divê ji koma Îxwan El-Muslimîn be û ne tenê Sunî be. Her wiha divê  beşek mezin ji erkên serokkomar ji bo serokwezîr be."

Huda Rizq diyar kir ku destwerdana Tirkiyê rejîma Sûriyê serûbin kir, beriya destwerdana leşkerî bike amadekariyên leşkerî hebûn û wiha domand: "Delîlê vê yekê ew e ku  beriya derbeya leşkerî bike û beriya ku xelk koçber bibin Tirkiyê kamp li ser sînorê xwe vekirin. Ev tê wateya ku planeke sîstematîk hebû. Şertê Tirkiyê ew e ku  heke Esed vê planê bi rengekî siyasî û aştiyane qebûl nake wê demê wê derbeya leşkerî û alavên şer amade ne."

'XEWNA TIRK A LI IRAQÊ KEVN E Û NÛ DIBE'

Têkildarî destwerdanaa Tirkiyê ya li Iraqê lêkolînera  Lubnanê ev tişt got: "Sala 2003'an dema ku Amerîkayê derbasî Iraqê bû, Enqere ji Amerîkayê er gotin heke niyeta wê (DYA) ya parçekirina Iraqê heye, Tirkiyê wê yekem herêmên petrolê vegerîne, bi taybet Kerkûk û Musilê. Tirkiye îdia dike welatiyên Tirk li wan herêman hene. Her wiha dibêje ku wê sala 1926'an di dema mûzakereyan bi Brîtanyayê re dest ji Mûsilê berda."

'TIRKIYE SÛDÊ JI LAWAZBÛNA EREBÎ Û DOZA FILILSTÎNÊ DIGIRE'

Derbarê zêdebûna mudaxleyên Tirkiyê di kar û barên Ereb de Rizq ev tişt anî ziman: "Piştî ku Amerîkayê Iraq dagir kir, Tirkiyê cîhana Erebî lawaz dît. Li ser vê dest bi mudaxeleyên li kar û barên erebî kir. Dema ku hewl da bi rêya destana Mermerayê ji bo berjewendiyên filistînaiyan mûdaxle bike. Da ku bêje ku ew li dijî kiryarên Îsraîlê bi Fililstînê re û cîhana erebî bi aliyê xwe de bikişîne. Êrişa li ser Sûriya, parastina Îxwan El-Muslimîn li Misir û hevbendiya bi Nehda ya Tunisê re ne tesaduf e. Teqez hevbendiyek di navbera Qeter û Tirkiyê de li ser vê mijarê heye ku zemîna Buhara Erebî dan."

Lêkolînera Lubnanê bal kişand ser rola neyinî ya kenala El-Cezîra di Buhara Erebî de û wiha domand: "Kenala El-Cezîra siyaseta lîstina li ser mijara îslama siyasî da meşandin. Ev di demekê de ku diyalog bi serkêşiya DYA'yê bi îslama siyasî li ser mijara demokrasiyê dihatin kirin. Ma gelo Buhara Erebî bi ser ket? Bi teqez bi ser neket, lê tenê di mijara derxistina krîzê li cîhana Erebî de bi ser ket."

'PIRSGIRÊKA ERDOGAN JI BER ÎNKARKIRNIA DOZA KURD E’

Pispora kar û barên Tirkiyê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li ba Tirkiyê pirsgirêkeke sereke heye, ew e ku doza Kurd di bingeh de înkar dike. Tê zanîn ku Tirkiyê sala 2013'an ji bo lihevkirinê li Siwêdê bi Kurdan re diyalog kir. Diyalogên wê demê bi mûdîrê îstîxbaratê Hakan Fîdan re pêk hat. Armanc jê lihevhatin û îtîrafa bi Kurdan were kirin da ku jiyana xwe ya siyasî pêk bînin û Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê were berdan. Lê projeyên Erdogan cûda bûn, ku di van hevdîtinan de Amerîkî û Ewropî razî bike. Lê di sala 2014'an de dikarî Abdullah Gulan ji siyasetê dûr xist û ew derbasî serokkomariyê bibe. Bi vê re diyalog bi bin ketin, ji ber di navbera herdu aliyan de bawerî tunebû. Armanca Erdogan şervanên PKK sirgûnî Ewropayê bike, çekên wan ji wan bigire û nehêle derbasî qada siyasî bibin. Piştî hilbijartinên Hezîrana 2015'an Erdogan li ser sozên xwe ku hevdîtinên ku bi Kurdan pêk anîbû qulipî û şerê xwe li dijî herêmên kurdan da destpêkirin. "

'ROLA AMERÎKAYÊ ERÊNÎ YE'

Hurda Rizq bi bîr xist ku 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li çiyayên Kurdistanê yên Iraqê hene, çiyayên Qendîl û Şengalê topbaran dikin da ku dijminahiya xwe ya ji bo Kurdan îsbat bike.

Girêdayî helwesta hikumeta Iraqê ji van êrişan lêkolînera Lubnanî got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şewqa kesek dide Erdogan. Ev yek li Efrîn, Minbic û herêmên din ên Kurdan eşkere dibin. Amerîka dibêje ku Efrîn wê eleqedar nake, ji ber ku Rûs lê hene. Di vir de nakokiyên Rûsan û Amerîkiyan derdikevin, Erdogan jî ev nakokî ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Enqere qebûl nake ku herêmeke xwedî rêveberiyeke xweser an jî tovê dewleteke kurdî li Sûriyê hebe, ku bi herêma Kurdistanê ya Iraqê re bibe yek. Tirkiyê di esas de qebûl nedikir ku Kurdistana Iraqê ava bibe, lê avabûna Kurdistana li Iraqê rastiyek bû.”

'SIYASETA AMERÎKAYÊ NE ZELAL E'

Huda Rizq bal kişand ku di siyaseta Amerîkayê de ne zelalbûn heye û wiha pêde çû: “Ji ber ku siyaseta wê li ser esasê berjewendiyên wê ne, di çarçoveya nakokiyên xwe yên bi Îranê re hebûna xwe li Iraqê îsbat kir da ku nehêle di navbera Sûriye, Iraq û Hizbullah a Lubnanê pêwendî çêbibe. Amerîka hebûna xwe ya li Iraqê stratejîk dibîne. Ne tenê ji ber ku li dijî Îran û hevalbendên wê ne. Lê belê ji ber Iraq, wekî nuqte Îran bi Sûriyê û Lubnanê ve girêdide. Bi vê yekê şerekî li dijî Îsraîlê digire. Li aliyekî din jî li Iraqê berhemên petrolê hene. Pirsigrêk ne tenê pirsigêrka kêmnetewan e, lê di heman demê de berjewendiyên dewletan hene. Berjewendiya Amerîka ji bo Erdogan dest ji Kurdan berde, ji ber Kurd hevalbendekî sereke û stratejîk ê Amerîkayê ye. Di heman demê de li Astanayê li kêleka Îran û Rûsyayê nasekine. Netewa Tirk ji vê ditirse ku îtîraf bi mafên Kurdan were kirin û dozeke kurdî hebe. Loma em dibînin ku Erdogan vê dozê red dike û navê netewa Tirk bi kar tîne da ku armancên xwe pêk bîne. "

'ERDOGAN ÎSLAMIYETÊ JI BO BERJEWENDIYLN XWE BI KAR TÎNE'

Derbarê mudaxeleya Tirkiyê ya di Lîbyayê de Huda Rizq ev tişt  diyar kir: "Enqere beriya ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike plan kiribû. Lê ji beriya du salan û heta niha hewl dide îsbat bike ku mafên wê li Qibirs û Deryaya Navîn heye, ji wê  keştiyên şer dimeşîne û petrolê derdixîne, Qibirs û Yewnanistê vê red dikin. Ev nakokî vedigere sala 1974'an û hîna jî çareser nebûye, hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên çareserkirinê bê encam bûn. Tirkiyê li kêleka Qibirsa Tirkiyê disekine ji ber ku berjewendiyên wê li wir hene, da ku ji aliyekê ve sûdê ji peterol û gazê bigire û li aliyekî din jî di van berheman de bibe şirîk. Ji bo ku karibe vê yekê qezenc bike di hikumeta Wîfaqê de ku îslamî ye çareserî dît. Erdogan îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, bi hikumeta Wîfaqê li dijî Xelîfe Hefter peyamenek îmze kir. Li gorî vê peyamên Tirkiyê dê îstîsmarên xwe yên di serdema Muemer Qezafî de vegerîne. Ji bilî van ji bo ku sûdê ji petrol û gaza Lîbyayê bigire. Qibirs, Yewnanistan û Misirê van nêzîkatiyên Erdogan red dikin. Ji ber ku Erodogan destwerdana leşkerî li Lîbyayê dike. Her wiha projeyên wê yên siyasî bi hikumeta Wîfaqê re hene."

'AMERÎKA DESTEKÊ DIDE ERDOGAN DA KU ZÊDEGAVIYÊN RÛSYA RAWESTÎNE'

Tirkiye endamekî NATO'yê ye, di heman demê de Fransa jî endamekî NATO'yê lê li hemberî Tirkiyê disekine. Li ser vê mijarê lêkolîner Huda Rizq dibêje: "Fransa dibîne ku Tirkiyê xwe li piş perdeya NATO`yê vedişêre da ku mudaxeleya Lîbyayê bike. Fransa destekê dide Hefter ê ku li dijî hevalbendên Tirkiyê şer dike. Amerîka jî dibe ku Rûsya zêde mudaxeleyî Lîbyayê dike û bi bûye xwedî hêz ji ber ku destekê dide hêzên Fanger.   Her wiha li Moskow û Almanyayê diyalogan dike da ku nehêle destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike. Tirkiye yek ji dewletên ku beşdarî kongreya Berlînê bû û soz da ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê neke, lê şer berdewam kir.  Rûsya jî ne dûrî wê bû. Pêwîst bû ku Terablus biparastana, ji ber vê mudaxeleya Tirkî erê kir."

Huda Rizq wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dema ku Erdogan dest danî ser Terablusê hewl da ku biçe Sirt û Cefrayê, ev tê wateya dagirkirina sêgoşeya petrolê. Hemû dewlet ji bo vê herêmê li Lîbyayê şer dikin. Di nav de Fransayê ye ya ku nahêle Erdogan vê herêmê dagir bike ku ji ber ku wê berjewendiyên Fransayê derbe bike. Em dibînin ku nakokiyên Tirkî- Fransî dike veguherin leşkerî. Amerîkayê jî naxwaze destwerdaneke xurt a Rûsya li Lîbyayê hebe. Ji ber vê piştgiriyê dide destwerdana Tirkiyê û berdewama şerê  li Lîbyayê.  Ev nakokiyên di navbera aliyên NATO'yê de ye, lê Amerîka destekê dide Erdogan û li hemberî zêdegaviyên Rûsyayê disekine."

'GEFÊN MISIRÊ JI BO RAWESTANDINA ŞER E'

Girêdayî xîtaba serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî ya destwerdana leşkerî li Lîbyayê Huda Rizq got: "El-Sîsî bi fermana Fransa rêgezên bidawîkirina şerê Lîbyayê danî. Li aliyekî din Rûsya got, mirov dikare Haftar ji rewşa Lîbyayê dûr bixîne û serokê parlemento Aqîla Salih wê bi Tirk û hikumeta Wîfaqê re diyalogan bike. Lê xuyaye ku Fransa vê çareseriyê napejirîne. Erdogan jî di berdewama şer de îsrar kir. Di heman demê de Donald Trump destek da biryarên Misirê. Di encamê de dema ku Misir gefa destwerdana leşkerî li Lîbyayê dixwe, ev nayê wateya ku şer di navbera hevalbendên Amerîkayê de derkeve.

Daxuyaniya El-Sîsî ji bo rawestandina şer û vegera li diyalogên siyasî ye. Destwerdana leşkerî ya Misirê dûr e. Misir destwerdana li cîhana Erebî nake, nemaze ku di sala 1978'an de ji parastina erebî ya hevbeş vekişiya."

ANHA


Mijarên Din