Lêkolînerê siyasî: “Parazvanên gundan” piştgiriya ji bo şerê kurdî – kurdî ye

Lêkolînerê siyasî yê ji başûrê Kurdistanê Ayhan Seîd got: “Avakirina koma bi navê Hûmat El-Qura (Parasvanên gundan) piştgiriya plana Tirkiyê ya ji bo afirandina şerê kurdî-kurdî ye.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser başûrê Kurdistanê, didomîne. Sivîlan dike hedef, niştecihên herêmê koçber bûn. Rez û zeviyên şêniyan dişewîtîne.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews belav kir ku, PDK`ê hejmareke mezin ji  hêzên xwe li herêmên sînor belav kir da ku hêzên dewleta Tirk biparêz e. Ev yek piştî xwepêşandanên gelêrî yên li herêma Şêladizê û Behdînan ên li dijî hebûna dewleta Tirk, pêk hat.

Her wiha ajansê belav kir ku, PDK`ê piştî civîna berpirsên partiyê, fermandarên leşkerî bi muxtarên gundan re di 15`ê Tîrmehê de dest bi hemleya avakirina Hûmat El-Qura (Parasvanên gundan) kir. Ev yek rastî hêrseke gelêrî hat. 

 Lêkolînerê siyasî Ayha Saîd ê ji başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.

Saîd di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk her tim di êrişên xwe de sivîlan dike hedef. Ji sala 2015`an de heta îro zêdetirî 85 sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûn û 95 jî birîndar bûn. Bi bi sedan donim zeviyên çandiniyê şewitandin, şênî neçarî koçberiyê bûn û şêniyan nikarîbûn zeviyên xwe biçînin."

 ‘HIKÛMETA BEXDA Û HEWLÊRÊ OPERASYONÊN DEWLETA TIRK HÊSAN DIKIN‘

Ayha Saîd diyar kir ku hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û Bexdayê berpirsên bûyerên ku diqewim in û wiha domand: “Berpirsiyariya qetilkirina sivîlan yekser li ser milê hikûmeta Bexda û herêma başûrê Kurdistanê ye. Divê helwesta wan diyar û cidî be. Lê îro tişta em dibînin berovajî vê yekê ye û bi helwestên xwe operasyona dagirkirinê, hêsan dikin. Diyare ku têkiliya di navbera PDK`ê û dewleta Tirk de li gorî berjewendiyên wan dimeşe. Her dû alî naxwazin ev têkilî xirab bibe. Ji ber wê jî PDK bê deng e û helwesta wê derbarê pilanên dewleta Tirk de zayîf e. Divê PDK zanibe ku divê helwesteke rast û niştîmanî diyar bike. Ji ber ku eger dewleta Tirk planên xwe pêk bîne xeterî li ser wan jî heye. Kesê ku destpêkê zerarê bibîne PDK ye û divê xeteriya hebûna Tirkiyê li herêmê baş zanibe."

Ayhan Saîd wiha pêde çû: "Di dema ku divê hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê kelûpelên Tirkiyê li herêmê qut bike, derfetê dide Tirkiyê ku kelûpelên xwe bi rêya sînor derxîne û li herêma başûrê Kurdistanê bifroşe. Bi vê yekê alîkariyê dide aboriya Tirkiyê ya xirab.”

 ‘TIRKIYÊ HEWL DIDE KURDAN BER BI ŞERÊ NAVXWEYÎ VE BIBE‘

Derbarê avakirina Hûmat El-Qûra (Parasvanên gundan) de Ayha Saîd ev tişt got: "Beriya demekê Umer Orî ku yek ji rêveberên PDK`ê ye derket û serkêşiya hemleya avakirina hêzên ku girêdayî pêşmergeyan ne, dikir. Avakirina hêzeke girêdayî pêşmergeyan li navendên partiyan ne li gorî zagonê ye."

Ayhan Saîd destnîşan kir ku armanac ji avakirina hêzên bi navê Hûmat El-Qûra (Parasvanên gundan) derxistina tevlîheviyeke kurdî – kurdî bi hewldanên Tirkiyê ye û wiha pêde çû: "Bi rêya çekkirina gel û birina wî ber bi siyasetên qirêj ve. Lê tişta baş ku gel li beramberî siyasetan hişyare û avakirina wê hêzê re dike. Helwesteke diyar nîşan dide. Gel dixwaze dewleta Tirk ji xaka xwe derxîne ne ku destekê bide projeyên paratina hebûna dewleta Tirk li herêmê."

Ayhan Saîd di axaftina xwe de bang li hêzên kurdî kir ku li gorî berpirsiyariya xwe bin û ev tişt bilêv kir: "Divê hemû hêzên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê bi rihê welatparêziyê tev bigerin, destekê bidin Kongereya Niştîmanî ya Kurdistanê da ku bicivin û biryarên der barê doza kurdî."

Derbarê helwesta hundrîn a başûrê Kurdistanê Ayhan Saîd wiha axivî: "Divê xebat ji bo parastina sînor ji destwerdana Tirkiyê bi rêya hikûmeta Bexdayê were kirin. Li hember pilan û êrişên dewleta Tirk bi taybet hedefgirtina sivîlan û aramî û ewlehiya gel, were sekinandin her wiha helwestên li dijî pilanên dewleta Tirk ji aliyê kurdî ve, were diyarkirin."

 ‘GELO GERÎLA LI LÎBYA Û HERÊMÊN DIN HENE? ‘

Lêkolînerê siyasî Ayhan Saîd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca dewleta Tirk ne tenê hedefgirtina Tevgera Rizgariya Kurdistanê û hêzên Gerîla ye. Armanca wê dagirkirina herêmên rojhilatê Deriyaya Spî diyar in. Ma gelo hêzên Gerîla li Lîbyayê, Sûriyê û herêmên din hene heta Tirkiyê şerê wan li wan herêmê bike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din