Lindsey Graham: Em ê di Congressê de li dijî biryarê derkevin

Endamê Partiya Komarger a DYA‘yê senator Lîndsey Graham nerazîbûneke tund nîşanî biryara vekişandina hêzên Amerîka ya ji bakurê Sûriyê da.  Lîndsey Graham got ew ê di Congressê de li hember biryarê bisekinin û dê du partiyan piştgiriya vê tevgerê bikin.

Lindsey Graham biryar şermezar kir û bi "Kerastekê di asta amadebûnê de" wesifand. Lindsey Graham got Trump dê vegera DAIŞ`ê xurt bike.

Graham wiha domand: "Ev biryar dê şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê bihêlin ku ber bi aliyê Rejîma Sûriyê û Îranê ve biçin."

Her wiha tekez kir ku ev dê têkiliyê Tirkiyê bi Congressê re hilweşîne û dê lekeyek şermê li ser şerfa DYA`yê be ji ber ku dev ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdide.

Lindsey Graham wiha domand: "Eger ev plan were, em ê di Congressê de li dijî wê bisekinin û em ê bixwazin ku betal bibe." Li gorî Lindsey Graham texmîn dike ku her du partiyên komarger û demokratîk piştgiriya wî bikin.

Di dawiyê de Lindsey Graham got: "Ez deteyên girêdayî biryara serok Trump li bakurê Sûriyê nizanim. Ez ê bi wezîrê derve Pompeo  re bi rêya telefonê biaxivim. Eger raporên rojnameyî rast in ev kerasteke di asta amadebûnê de ye.

(şx)


Mijarên Din