‘Lihevkirina Rûsya û Tirkiyê bû sedema rûdanên li Hema û Idlibê’

Cîgirê fermendariya giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac got: “Bûyerên li bakurê gundewarê Hema û başûrê gundewarê Idilbê li ser bingeha lihevkirinek veşartî li Astaneyê rû didin. Armacna Rûsya û rejîma Sûriyê ew e ku rêya Heleb-Şam û rêya Heleb-Lazîqiye vebikin.”

Girêdayî bûyerên ku bi lez li gundewarê Hema û parêzgeha Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê rû didin ajansa me hevdîtinek bi cîgirê fermendariya giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac re çêkir.

Ebû Erac got: "Gelê Sûriyê bi giştî, li başûrê gundewarê Idlibê û bakurê gundewarê Hemayê li benda encamên Astana 13 bûn. Lê piraniya wan dizanin ku hemû civînên Astaneyê li dijî berjewendiya gelê Sûriyê bûn û em îro wî tiştî di bakurê gundewarê Hemayê û başûrê Idlibê de dibînin."

Ebû Erac destnîşan kir ku di tevahiya civînên Astanayê de li ser agirbestê lihevkirin çêbûn û wiha pê de çû: “Lê ew heya çend saetan tenê dirêj dikir û ji nû ve şer ji berê dijwartir destpê dikir. Di Astanayê de di navbera dewletên misogerker de lihevkirinek nepanî heye. Em vê lihevkirinê di bûyerên ku li bakurê gundewarê Hemayê û başûrê Idlibê rûdidin de, dibînin. Heta şandeyên opozîsyonê û rejîma Sûriyê haya wan ji van nîqaşên veşartî tune ye. Lihevkirin di navbera dewletên misogerker de ye, ne ku di navbera rejîmê û opozîsoynê de pêk tên."

Ebû Erac wiha domand: "Lihevkirina di navbera Rûsiya û Tirkiyê de, ne girêdayî radestkirina tevahiya Idlibê ye. Lê belê Rûsiya armanc dike ku bighêje rêya Heleb- Şam û Heleb –Lazîqiyê. Tevgera rejîma Sûriya li herêma di navbera Xan Şeyon û Mearêt Noiman de isbata wê ye. Me hêvî dikir ku ev herêm bê şer û kuştina sivîlan radestî rejîma Sûriyê û Rûsyayê bihata kirin."

Ebû Erac behsa gotegotên girêdayî radestkirina Idlibê li bermaberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Ev tişt ji rastiyê dûr in. Ti hegemoniya Rûsyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye heta ku ji Tirkiyê re li beramberî Idlibê tewazan bide."

Ebû Erac diyar kir ku civaka navdewletî berpirsa rûdanên li Hema û Idlibê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li civaka navdewletî dikim ku rê li pêşiya qirkirina ku dê rû bide bigire. Tirkiye rojekê li rex gel û şoreşê nesekinî."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din