`Lihevkirina Bexda û Hewlêrê li dijî vîna gel û jinên Êzidî ye`

Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Îman Şiwêş, destnîşan kir ku lihevkirina ku her du hikumetên Bexdad û Hewlêrê îmze kiriye, vîna gelê Êzidî û jina Êzidî ya ku xwe û gelê xwe rizgar kir û ol û çanda xwe parast dike hedef.

Nûnera şandeya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Lêma Şiwêş dema bi navê jinên Başûrê Kurdistanê tev li 8`emîn Kongreya Kongra Star bû, ji ANHA`yê re axivî û got: Kongre di pêvajoyek hesad û girîng de li gel êrişên li dijî gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê li dar ket.

`ARMANCA MÎNA VAN LIHEVKIRINA PÊKANÎNA KOMKUJIYAN LI DIJÎ ÊZIDIYAN Û JINÊN WAN E`

Lêman di destpêka gotinên xwe de îşaret bi siyasetên hovane yên li dijî gelê Kurd li Kurdistanê kir û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê Kurd têne darvekirin, li Bakur jî rastî qirkirina siyasî û çandî tên. Nexasim siyaseta bi zanabûn a li dijî jinan. Li Rojava jî rastî gefên kuştin, revandin û komkujiyan tên. Li Başûrê Kurdistanê heman siyaset tê meşandin. Nexasim li Şengalê ya ku sala 2014`an rastî qirkirineke çandî, olî û civakî hat, jin û zarok hatin kuştin, revandin û hatin frotin.”

Lêma di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku gelê Êzidî û jina Êzidî rumxî tevahiya wan sûcan lê dîsa jî şaristanî û çanda xwe bi berxwedana xwe parastin.

Her wiha Lêman behsa planên dewletên dagirkerên Kurdistanê dewleta Tirk   Iraqê kir û got: “Li gel bêdengiya DYA`yê siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê xwe û planên di navbera hikumetên Bexdad û Hewlêrê de dubare dibin. Ev lihevkirin û siyaset hemû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dikin hedef. YBŞ`ê gelê Şengalê ji qirkirin û komkujiyên 2014`an parast.”

Lêman Şiwêş piştrast kir ku armanca van lihevkirinan, pêkanîna komkujiyan li dijî jinên Êzidî û gelê wê ye. revandin û frotna wê ye.

`DIVÊ HIKUMETÊN BAŞÛR Û IRAQÊ RÊZÊ JI HELWESTÊN ÊZIDIYAN RE BIGIRIN`

Lêman got ji bo wan, lihevkirin betal e. Divê hikumetên Başûr û Iraqê rêzê ji helwest û biryarên gelê Êzidî re yê ku Şengal ji tevahiya êrişan parast, bigirin. Divê bi hêzên parastinê yên Şengalê û rêveberiya wê ya xweser îtîraf bikin û piştgiriya wê bikin.

Lêman di dawiyê de da zanîn ku asta berteka kolana Başûrê Kurdistanê çi yên gel an jî bertekên tekekesî ji hêla kesên demokratîk ve, li hemberî vê lihevkirinê lawaz bû. Lêman da xuyakirin ku dê bi awayekî çalak ji bo parastina vîna gel û jina Êizdî ji vê lihevkirinê bixebitin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din