Ligel mudaxeleyên derve, li Iraqê çareseriyên nêz xuya nakin

Ji destpêka damezirandina pergala netewdewletê ya li ser bingehê dûrxistina aliyê din ava bûye, piştre pergala kota ya tayîfî û mezhebî, aloziyên siyasî, civakî û jiyanî li Iraqê bê çareserî ne û tevî hemû însiyatîfên xwecih û navneteweyî berdewam in. Gelo çareserî çi ye?

Li Iraq û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn, kêm caran aramî heye. Taybetmendiya giştî ya vî welatî, alozî û tevlihevî ye ku gelek sedemên wê hene di nav de nakokiya neteweyî, mezhebî û olî. Her wiha ajandeyên ku hewl didin destkeftiyan bi rêya van aloziya pêk bînin hene. Her aliyek dixwaze nûnertiya tayîfe, ol û neteweya xwe bike. Ev yek dihêle alozî berdewam bike ku bi gelemperî dê bibe sedema nakokiyeke tayîfî yan jî nijadî, tenê ji bo pêkanîna armancên şexsî.

Gelek analîzvan, sedemên vê aloziyê vedigerînin rengê hilbijartinan. Ji ber wê derfet li pêşiya dewletên cîran vebû ku mudaxeleya kar û barên Iraqê bikin û blokên siyasî ajandeyên derve pêk bînin.

Çavdêrên rewşa siyasî ya Iraqê, bi taybet piştî “destwerdana Amerîkayê”, sedemên nebaşiya rewşa li vî welatî vedigerînin, bandorên nakokiyên herêmî li ser rewşa Iraqê. Her wiha diyar kirin ku bûyerên li Iraqê rû didin ji bûyerên li herêmê bi giştî rû didin ne dûr in, ji ber di navbera Tirkiyê, Îran û Erebistana Siûdî de hevrikiyek li ser kontrolkirina Rojhilata Navîn heye.

BINGEHÊN ŞAŞ

Der barê mijarê de pisporê dîroka siyasî ya iraqî Dr. Cewad El Beydanî rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî destwerdana Amerîkayê, wiha nirxand: “Iraq niha pêvajoyeke demkî dijî, dibe ku 20 salan heta 25 salan berdewam bike. Sedem jî, vedigere bingehên avakirina dewletê û saziyên wê piştî guhertinê. Partiyên siyasî yên ku bi vê avakirinê rabûne, saziyên nû, artêş û hêzên ewlehiyê damezirandine, li ser bingehên şaş ev yek pêk anîn. Ji ber ev partî niha hemû di muxalefetê de ne û nikarin dewletê li gorî pergaleke sazûmanî ya giştî bi rê ve bibin. Ji ber binesaziya wan partiyan li ser têkoşîna çekdarî ava bûye. Tiştekî di birêvebirinê de nizanin. Rêveberiya van partiyan bi gelemperî bi rêveberiyên derve ve girêdayî ye. Ew ajandeyên derve pêk tînin û nûnertiya hêviya nîştimanî nakin. Her wiha ji berjewendiya hêzên li derdora Iraqê ye ku rewşa Iraqê wisa bimîne.”

Mudirê Peymangeha Geşepêdan û Demokratiyê ya Iraqê Dr. Xessan El Etiye jî got: “Sedemên kûr ên aloziya Iraqê vedigerên parçebûna di nav Iraqiyan de. Xwespartina hêzên biyanî. Ji ber wê Iraqê veguherî qada hegemoya biyanî.”

ZIHNIYETA DEWLETÊ; DESTHILAT LI SER HESABÊ NIRXÊN CIVAKÎ

Ji destpka avabûna dewleta Sumeran ve û heta niha, li Iraqê ji bilî tevliheviyê tiştek din rû nedaye. Ev dewlet û dewletên pê re li ser ferzkirina desthilatê bi rêya dûrxistina aliyê din, li ser hesabê nirxên civakî yên giştî ku gelan di dirêjahiya dîroka xwe ya demdirêj de bi pêş xistine, ava bûn.

Zihniyeta dewletê, bi xwezaya xwe zihniyeta dûrxistinê ye. Hewl dide rola gelan tune bike. Helwesta netewdewletê ya Iraqê piştî Syeks-Picot, helwesta Sedam Husên û DYA`yê ku sala 2003`yan destwerdana Iraqê kir û helwesta hikumetên li dû wê destwerdanê ava bûne, vê zihniyeta dûrxistinê û paşguhkirina aliyê din sepandin ku bingeha wê pergala sivîl a navendî ya Sumer e. Heta gihaşt wê astê ku Iraq û dewletên Rojhilata Navîn û heta cîhan bi giştî di bin bandorên dewletekê de me ku ji beriya 5 hezaran salan ve ava bûye.

Ruxmî pirrengiya netewî, olî, mezhebî li vê herêmê ku taybetmendiyeke erênî ye, lê dîsa jî li gel pergala dewleta cewisandinê veguheriya qada nakokiyan û şeran.

ÇARESERÎ DI NIRXÊN HEVBEŞ DE YE

Dr.Xessan El Etiye têkildarî vê mijarê ev nirxandin kir: “Dema nirxên hevbeş li cem van gelan hebin wê demê dê biserkevin. Ewropa, bi nirxên hevbeş bû yek, ne bi rêya netew an jî ol an jî mezhebê.”

Dr. Cewad El Beydanî jî diyar kir ku çareserî û peydakirina aramiyê li Iraqê bi rêveberiyeke serkeftî dûrî girêdana bi derve ve pêkan e û wiha pê de çû: “Ji ber hêzên herêmî û navneteweyî, nahêlin Iraq xwe bi xwe, xwe birêve bibe. Ji ber wê fişaran dikin da ku tevlihevî berdewam bike, herêm pê mijûl bibe, tu ewlehî li Iraqê û Sûriyê pêk neyê. Ji ber ku ew ditirsin, li dijî wan dewletên din ên hevirk derkevin.”

 (şx)

ANHA


Mijarên Din