'Lidarxistina konferansa ciwanan di vê demê de pêwîstiyek bû'

Beşdarên Konferansa 2'yemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê gotin: "Konferansê ji bo bersivdayîna êrişên fikirî û ragihandin ên dagirkeriya Tirk hate lidarxistin."

Bi diruşmeya   "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi serkevin", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê konferansa xwe ya duyemîn bi diruşmeya 650 delgeyan li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şefa El-Nezal got: "Ciwan bingeha sereke ya her civakekê ne, bi taybet di şoreşan de, ku civakê ber bi pêşkeftinê ve dibin."

El-Nezal diyar kir ku ciwan pêşengên şoreşê ne, ji ber vê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê taybet li dijî wan ji aliyê dewletên herêmê ve tê meşandin da ku wan kole bikin û teşwîqî koçberiyê bikin û fikirê pergalên faîst bi rêya siyaset û şopandina fîlmên tirkî yên dûrî nirx û exlaqê belav bikin.

El-Nezal destnîşan kir ku armanca dewlet û pergelên faşîst bi rêya şikandina vîna ciwanan nasnameya civakî biçewistînin û got, divê giyanê ciwanan were xurtkirin.

Tolîn Reşîd diyar kir ku armanca lidarxistina konferansê di vê demê de aktîfkrinia rola ciwanan e û got: "Lidarxistina konferansê di vê demê de pêwîstiyek bû, da ku ciwanan hişyar bikin û fikirê ku ciwanan ji şaştiyan dûr dixe belav bike. Dijmin hewl dide bi hemû rêbazan enerjiya ciwanan tune bike û ji nirx û exlaqê civakê dûr bixe, ji ber ku ciwan tovê civakê ne."

Tolîn di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin, bi pey wan nekevin û siyaset û progendayên ku dijmin belav dikin bandor nebin.

ANHA


Mijarên Din