Li Zirganê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

Hezaran xelkên herêma Serêkaniyê, navçeya Zirganê, Til Temir û Dirêbêsiyê bi meşekê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi dirûşmeya "Parastina jinên Şengalê parastina hebûna jinan, ji qirkirin û dagirkeriyê re na" îro Meclisa Navçeya Zirganê û Kongreya Star ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê 3‘yê Tebaxa 2014‘an de ku çeteyên DAIŞ‘ê li ser gelê Êzidî pêk anîbû meşeke li dar xist.

Meşa ku hezaran xelkên herêma Serêkanyê, Dirbêsiyê, navçeya Til Temir û Zerganê tevlî bibûn ji stada Şehîd Rûbar a navçeya Zirganê destpê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, YPJ, PYD û Meclisa Êzidiyan. Her wiha pankartên bi sê zimanan Erebî, Kurdî û Suryanî "Parastina jinên Şengalê parastina hebûna jinan e", "JI dagirkerî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re na" hatibûn hildan. Her wiha dirûşmeyên "Bimre îxanet", "Ji êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re na"  û "Ji qirkirin û dagirkeriyê re na" hatin berzkirin.

Meş li ber mizgefta mezin a navçeyê veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtin, Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk Sîlvana Elî axivî. Komkujiya Şengalê û îxaneta hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Sîlvana anî ziman ku bi saya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Parastina Gel (HPG) bi hezaran Êzidî ji komkujiyan hatin rizgarkirin.

Sîlvana diyar kir ku DAIŞ‘ê desteka xwe ji dewleta Tirk digire û armanca wê qirkirina êzidiyan bû, gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bi armanca qirkirina hemû pêkhateyên herêmê ye.

Sîlvana di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku destkefiyên şoreşê biparêzin û li hemberî gefên Tirkiyê bi yekrêzî bisekinin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din