Li Zelandaya Nû êrîşa li mizgeftan: 49 mirî – HAT NÛKIRIN

Li Zelandaya Nû kesekî rastgir ê tundraw êrîş bir ser 2 mizgeftan. Di êrîşê de herî kêm 49 kesî jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

Komkujî duh li bajarê Christchurch ê Zelandaya Nû hate kirin. Li gorî bîlançoya destpêkê, ji ber êrîşa li her du mizgeftan, herî kêm 49 kesî jiyana xwe ji dest da, 20 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê 4 kes hatin destgîrkirin.

Serokwezîrê Zelandaya Nû Jacinda Arden diyar kir ku li welêt cara yekemîn di asteke wiha awarte de êrîşeke tund tê kirin. Serokwezîr wiha got: "Eşkere ye ku ev yek tenê wek êrîşeke terorîst dikare bê dîtin."

Arden anî ziman ku welat di rojên herî tarî de ye û diyar kir ku koçber û penaberên bûn qurban, dibe ku xwestin vê derê ji xwe re bikin welat, lewma Zelanda Nû hilbijartin. Arden wiha lê zêde kir: "Ev der welatê wan e. Ew, em in. Kesê ku ev şîdet kir, li dijî wan nekir, li dijî me kir.”

Hate ragihandin ku ji kesên hatine girtin, 2 mêr in û yek jî jin e. Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison jî daxuyaniyek da û diyar kir ku yek ji kesên komkujî kiriye welatiyê Awustralyayê ye û wek "terorîstekî rastgir û tund" dihate naskirin.

Polîsên Zelandaya Nû diyar kir ku li erebeyên gumanbar madeyên teqemeniyê hatine dîtin û bêbandorkirin. Asta alarmê ya li Zelandaya Nû hate bilindkirin.

Li gorî agahiyan, êrîşkaran êrîşek bi zindî di medya civakî de weşandiye. Dîmenên wê jî 20 deqe ne. Di dîmenan de xuya ye ku êrîşkar bi çekê li mirovên li mizgeftê direşîne. Tê gotin ku êrîşkarê rastgir ê tund, li platformeke înternetê manîfestoyeke komploger û dijberî îslamê weşandiye.


Mijarên Din