Li Yemenê di navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de şer giran e

Li parêzgeha El-Beyda di navbera hêzên hikumeta Yemenê û Hûsiyan de şer rû da. Di encamê de ji her du aliyan 50 kes hatin kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî yê hêzên hikumetê ragihand ku di 24 seatên çûyî de esferk û 19 endamên  hêzên hikumeta Yemenê li herêmên girêdayî El-Beyda de hatin kuştin.

Her wiha heman çavkanî destnîşan kir ku 30 endamên Hûsiyan jî di şer û bombebaranan de hatin kuştin.

Li gorî toreya El-Hura, hûsî zirarên xwe ranaghînin.

 (şx)


Mijarên Din