Li Xezayê 2 filistînî mirin, 66 jî birîndar bûn

Li ser sînorê Xezayê di çarçoveya meşên mezin ê vegerê de 2 zarokan bi guleyên hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan û 66 jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku "Li gorî agahiyên xebatkarên tenduristiyê du zarok yek 17 salî û yê din 14 salî bi fîşekên zindî û lastîkî yên artêşa Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan û 66 kes jî birîndar bûn, di nav de rewşên giran hene."

Nûçegihanê me diyar kir ku li dirêjahiya xeta sînor a Xezayê girseyeke mezin tevlî meşê bibûn û destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê gule û bombeyên gazê avêtin çalakgeran.

Ji aliyê xwe ve komên Filistînê berpirsyartiya kuştina zarokan û birîndarkirina çalakgeran girt ser Îsraîlê û wekî binpêkirineke mezin binav kir ku wê derbas nebe.

ANHA


Mijarên Din