Li Xaneqînê teqîn: 7 kes birîndar bûn

Li bajarokê Gulale yê Xaneqînê 2 teqîn pêk hatin. Di teqînan de 5 sivîl û 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li nêzî taxa Tecnîd a bajarokê Gulale yê Xaneqînê ya ser bi Diyale ve şevê din saet di 11.00'an de 2 bombe teqiyan. Ji ber teqînan 5 sivîl û 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê di destpêkê de bombeyek bi wesayîteke leşkerî ya bi cureya Hummer ve teqiya û di encamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn. Piştre li heman cihî û piştî kombûna xelkê bombeya din teqiya û 5 sivîl birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.


Mijarên Din