Li Xaneqînê di navbera DAIŞ û Heşdî Şabî de şer derket

Li navçeya Xaneqînê ya Diyale çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hêzên Heşdî Şabî kirin. Di êrîşê de endamek Heşdî Şabî hate kuştin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku li herêma Iliyawe ya navçeya Xaneqînê ya Diyale şevê din çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyek Heşdî Şabî kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Heşdî Şabî hatine girtin, şevê din di saet 23:00`an de li herêma Iliyawe ya navçeya Xaneqîn a Diyale çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyek hêzên Heşdî  Şabî kirin. Şer di navbera hêzên Şabî û çeteyên DAIŞ'ê de rû da. Endamekî Heşdî Şabî hate kuştin. Piştî şer çeteyên DAIŞ'ê ber bi cihek ne diyar ve reviyan.

Ji ber rewşa ewlehiya Xaneqînê xerabe, çend mehin hêzên Heşdî Şabî li derdora Xaneqînê hatine bicihkirin.


Mijarên Din