Li Xakurkê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"18'ê Gulanê saet di 06:30'an de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Axîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyek kir. Ji 2 baskan ve derbên giran li leşkerên li ser gir û derdora gir xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bombardûman li herêmê kir. Yekîneya me ya çalakî kir, bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.

ÊRIŞÊN BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li gorî vê yekê;

Balafirên şer 11'ê Gulanê saet di 16:30'î de Girên Şehîd Hozan û Şehîd Şahan, 17'ê Gulanê saet di 11:30'î de Girê Şehîd Kahraman û 18'ê Gulanê saet di 11:30'î de jî Girê Konit ên herêma Xakurkê bombe kirin.

Di 18'ê Gulanê de jî saet 17:30'î balafirên şer qada Kanîsarkê ya herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."


Mijarên Din