ꞌLi welatekî ku jin lê têne qetilkirin, ez ê nebin welatîꞌ

Di çalakiyên li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê de hatin lidarxistin, beşdaran diyar kir ku li Bakur û Rojhilê Sûriyê jinan ji bo azadiya xwe gavên bingehîn avêtin. Beşdarên meşê piştrast kir ku “li welatekî ku tê de jin têne qetilkirin wê nebin welatî”.

Li kantona Qamişlo bi boneya 25` Mijdarê bi dirûşma"Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrîn em ê dagirkerî û faşîzmê tune bikin" meşek li dar ket.

DÊRIK

Li Dêrikê bi dehan endamên Kongreya Star li qada Jina Têkoşer kom bûn û daxuyanî da. Endama Komîteya Adaletê ya Kongreya Star Zozan Domo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî qedexeya ji ber vîrusa koronayê, lê dîsa jî çalakiyên 25`ê Mijdarê li dar ketin. Îsal peyama jinan di vê rojê de xwe birêxistinkirin û parastina ji qirkirina komî bû.

Di dawama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî ku bi rêjeya ji sedî 70 karkerên warê tenduristiyê jin in, lê di dema belavbûna vîrusa koronayê de, jin hîn zêdetir rastî tundiyê hatin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan piştrast kir ku ew dê li hemberî êrişan bisekinin.

Di heman çarçoveyê de Kongreya Star li Komîna Bazarê û Komîna Dadgehê du civîn li dar xistin û tê de endama Rêveberiya Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star Wehbê Çeto axivî û bal kişand ser rola jinan di hemû qadan de û wiha pê de çû: "Ji hezaran salan ve ji ber zihniyata mêrdestiyê li piraniya dewletên dîktetor, li dijî jinan zulm û çewisandin hatin kirin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan kevira bingehîn ji bo rizgarkirina wê ji zulm, destavêtin û kuştinê hatiye dayîn."

QAMIŞlO

Li Qamişloyê bi dirûşmeya"Jin jiyan e jinê nekuje" Kongreya Star meşek li dar xist. Meş ji ber Baxçeyê Helebça dest pê kir û ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve dewam kir. Endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û jin û mêr beşdarî meşê bûn.

Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî Endama Kongreya Star Gulîstan Gulo axivî û tevahiya şehîdên azadiyê û jinên ku bi armanca azadiya jinan canê xwe feda kirine, hatin bibîranîn.

TIRBESPIYÊ

Di heman çarçoveyê de li Tirbespiyê jî bi dirûşmeya"Bi rihê Sakîne û Avesta em ê berxwedanê mezin bikin û dagirkeriyê tune bikin" meşek li dar ket.

Meş li bazara navendî veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endama Rêveberiya Kongreya Star Klara Adîsa axivî û got her tim jin dibin qurbaniyên siyasetên rejîmên desthilatdar û ji hemû mafên xwe bê par dimînin.

Klara di dawiya gotina xwe de diyar kir ku şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilê Sûriyê ji bo tevahiya jinan vejînek e, jinan di şoreşê de xwe ji hişmendiya mêrdestî rizgar kir û ji bo tevahiya jinên li cîhanê bû mînak.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê Kongeya Star meşek orgenîze kir, bi sedan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn. Meş ji Qada şehîd xebat Dêrik dest pê kir.

Şêniyan wêneyên şehîdan û alên Kongreya Star hildan. Şêniyan bi rêya siloganan berxwedana jinan li hemberî pergalên zordest nexasim berxwedanan jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Meş li navrasta navçeyê rawestî. Rêveberiya Kongreya Star Sena Xelîl axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji curyên tundiyê ne, ji ber ku şoreşa ku bi navê şoreşa jinan hatiye nasîn, armanc dike.

Sena Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewal dide destkeftiyên ku gelê Êzîdî li Şengalê bi dest xistine têk bibe.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa Kongreya Star meşek li dar xist, meş ji Çerxerêya Şehîd Masûm a li navrasta navçeyê destpê kir. şêniyan wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên Jin jiyan e jiyanê biparêzin hildan.

Şêniyan di meşê de sloganên ku banga rawestandina tundiya li dijî jinan dikin, berz kirin. meş li ber Navenda Perwerde û Fêrkirinê bi dawî bû û veguherî mitîng. Di mitîngê de endama Rêveberiya Kongreya Star Şîrîn Hisko axivî û da zanîn ku jinan bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan qeydên ku zihniyeta mêrdest li ser ferz kirine, xilas bû.

AMÛDE

Meşa ku Kongreya Star li navçeya Amûdê orgenîz kiriye, ji qada şehîd Cîhad dest pê kir û li qada Jina Azad bi dawî bû.

Beşdaran pankartên bi nivîsên " Jin jiyan e, jiyanê nekujin", "Tunekirina pergala Îmralî, tunekirina qeydên li ser jinan ne" û "Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e", wêneyên têkoşeran û alên Kongreya Star hildan

Meş li qada Jina Azad bi dawî bû û hate destnîşankirin ku jinan ji ber ku ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe ji hêla desthilatdariyê ve tê hedefgirtin mîna têkoşer Hevrîn Xelef, dayîka Aqîde, dayîka Emîne û Zehra.

(dm-eh)

ANHA


Mijarên Din