Li Tunisê plana êrişekê hate têkbirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tunisê Mihemed Zikrî ragihand ku yekîneyên leşkerî yên li çiyayê parêzgeha El-Qesreyn a rojavayê Tunisê planeke ku dê çalakiyeke terorîstî li dijî leşker û endamên ewlehiyê hatiba kirin, têk bir.

Mihemed Zikrî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de wiha da zanîn: "Hêzên artêşê şevê din tevgereke biguman li çiyayên parêzgeha El-Qesreyên şopand. Paşê dest bi operasyon û lêkolînê kir. Cihek ku tê de tûpên gazê, têlên kehrebeyê, parçeyên hesin, miqdarek ji madeya teqîner û alavên taybet ên çêkirina mayin û bombeyên destan dîtin."

Zikrî diyar kir ku beşeke artêşê li heman deverê kete nava tevgerê.

Wezareta Karên Hundir a Tunisê di 15`ê meha Nîsanê de ragihandibû ku 2 terorîst li çiyayên El-Qesreyên ê rojavayê welêt hatine kuştin.

(bx)


Mijarên Din