Dezgehên çapemeniyê ragihand ku şeva înê hêzên polîsên tûnisî ji bo ku xwepêşandêran jev vediqetînin, bombeyên xazê avêtin.
Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku di navbera hêzên ewlehiyê û gelek ciwanan de li taxên Silyanê de pevçûn rû da û xwepêşandêran bi zanebûn agir bi tekeran xist.
Çirûska xwepêşandanan li Silyanê berî çend rojan dema ku polîsekî li şivanekî xist û dîmenê lêxistinê hate belavkirin, destpê kir.
(dm)