Li Tunisê di navbera namzetên serokatiyê de nîqaş

Berî 8 rojan ji gera yekemîn a hilbijartinên serokatiyê yên li Tunisê û berdewama namzetan ji propagandaya namzetiya xwe re, ji îro de û heta 3 şevan dê gotûbêj di navbera 26 namzetan de were birêvebirin.

Her 26 namzet li ser 3 nîqaşan hatin erkdarkirin û dê îro 9 namzet bin û 9`ên din sibe bin û 8’ên din jî roja duşemê bin. Her rûniştinek 2 saet û nîvan dê dewam bike.

Sernavên ku dê werin nîqaşkirin wiha ne; "Rêbaza Kartacayê û Tunis hildibijêre". Nîqaş dê li ser 11 televîzyon û 20 radyoyan were weşandin, di nav de 2 kanalên hikumî.

Di nava namzetên ku beşdarî nîqaşên îro bibin, namzetê tevgera El-Nehda Ebdulqadir Moro, serokê berê El-Minesef El-Merzûqî, serokwezîrê berê Mihdî Cumaa her wiha muxalifa Îxwanan Abîr Musa jî hene.

Dê nûnertiyeke ji bo namzet û fînansman Nebîl El-Qurewî yê bi tawana spîkirina pereyan di girtîgehê de ye, were veqetandin. 

Piştî serokê El-Bacî Qaîd El-Sibsî di dawiya meha Tîrmehê de koç kir, banga di zûtirîn dem de hilbijartin werin birêvebirin û pêkanîna hilbijartinan jî dê di 17 û 24`ê Mijdarê bûna, lê ji ber koça serok El-Sîbsî hate pêşxistin, da ku garantiya erkdayîna serokekî nû di nava 90 rojan de, li gorî makezagonê were diyarkirin. Dema hilbijartinan bû 15`ê Îlona 2019`an û heke piraniya namzetan zêde dengan wernegirin dê hilbijartinên duyemîn herî zêde dê 3`yê Mijdarê be. 

Li Tunisê 13 televîzyon hene du ji wan ên hikumî ne û 11 din jî taybet in, her wiha 39 radyo jî rojeva wan hilbijartin in.

(eh)


Mijarên Din