Li Tirkiyeyê dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartinan dest pê kir

bo tûra dûyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê saet di 08.00'an de dest pê kir. Dengdayîn dê saet di 17.00'an de bi dawî bibe û dest bi hejmartina dengan bê kirin.

Li seranserê welêt li 973 navçeyan û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn û tê payin ku zêdetirî 60 milyon hilbijêrên li nav welêt biçin ser sindoqan. Dengdayîn dê li seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00'an de bi dawî bibe.

Karê dengdanê yê ji bo nêzî 3 milyon û nîv dengdêrên li derveyî welat, li 73 welatan û 151 nûnertiyên derveyî welat di 24'ê Gulanê de bi dawî bûbû. Lê dê dengdan îro heya saet 17.00'an jî li deriyên gumrukê bidome.

 Dengên derveyî welêt jî dê saet piştî 17.00'an tevî dengên li welêt bên hejmartin.

Di hilbijartinê de du namzet hene; namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan. 


Mijarên Din