Li Tirkiyê qetilkirina rojnamegerek îranî dualîtiya Erdogan eşkere dike

Qetilkirina rojnamegerê muxalif ê Îranê Mesûd Mewlewî Werdenjenî li konsolxaneya Îranê ya Tirkiyê dualiya pîvanan li cem serokkomarê Tirk Erdogan eşkere dike. Erdogan di doza qetilkirina rojnamegerê siûdî Cemal Xaşiqcî de cîhan tevahî li dijî Erebistana Siûdî sor kir. Lê ji ber qetilkirina Werdenjenî bê deng e.

Reutersê bi bîr xist ku du rayedarên Tirk got du zabitên istixbarata Îranê li Tirkiyê qetilkirina muxalifê îranî li Stenbolê sor kirin. Ew muxalif rayedarên leşkerî û siyasî yên Komara Îslamî rexne dikirin.

Li gorî berpirsên Tirk bi bîr xist, piştî zêdetirî salekê ku Mesûd Mewlewî Werdenjenî ji Îranê derket, di 14`ê Mijdara 2019`an de li koleneke li Stenbolê bi guleyan hate qetilkirin. 

Polîsan beriya 2 hefteyan rapora xwe girêdayî bûyera qetilkirina Werdenjenî weşand. Di rapora xwe de bi bîr xistin ku Werdenjenî di Wezareta Parastinê ya Îranê de di beşa ewlehiya elektronîk de dixebitî û piştre veguheriye rexnegireke mezin li dijî desthilatên Îranê. Di raporê de hate gotin Werdenjenî di Tebaxê de yanî beriya kuştina wî bi 3 mehan, nameyek li ser malperên medyaya civakî belav kiriye û di wê nameyê de pasdarên Îranê rexne dike.

Nûçeya qetilkirina rojnamegerekî îranî li Tirkiyê li ser Twitterê gelekî belav bû. Bi taybet piştî ku çalakvanên malperên medyaya civakî hevrûkirinek di navbera helwesta Tirkiyê di her du dozan de çêkir. Piştî Reutersê di rapora xwe de got dîplomatên konsolxaneya Îranê ya li Stenbolê qetilkirina Werdenjenî sor kiriye. 

HIQÛQNASEKÎ SIÛDÎ: TIRKIYE Û ÎRAN KOMKUJIYAN LI SÛRIYÊ PÊK TÎNIN

Girêdayî vê mijarê endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hiqûqnasê siûdî Heysem El-Xirbawî ji ANHA`yê re axivî û got: "Tiştek pir normal e ku Tirkiye pişta xwe bide Îranê, çima na, ji ber ku di navbera wan de têkiliyên hevpar hene. Mînak, lihevkirinên der barê cezayên Îranê de û derbasbûna petraola Îranê ji bo Tirkiyê ya ku hatiye qedexekirin."

El-Xirbawî wiha lê zêde kir: "Li cem Îranê delîlên ku pêkanîna Erdogan sûcên şer li Sûriyê li dijî gelê Sûriyê îsbat dikin, hene. Ew têrê dike ku Erdogan ji ber wê di dadgeha navneteweyî de were dadgehkirin. Li cem Tirkiyê jî delîlên pêkanîna Îranê komkujiyan li dijî gelê xwe û darvekirina muxalifan hene. Li rex wê ji binpêkirinên xeter ên Îranê û Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê."

Hiqûqnas El-Xirbawî got: "Tirkiye û Îran siyaseta tundî û çewisandinê li dijî gelên xwe pêk tînin. Erdogan rojnameger girtin û zêdetirî 150 hezar karmend ji kar derxistin.  Tirkiye û Îran dîktatoriyeke leşkerî a faşîst ji bo têkbirina gelan û qetilkirina wan dimeşînin. Li rex wê jî li dijî gelê Sûriyê sûcên şer pêk tînin. Ji ber wê darizandina wan li ser asta navneteweyî erkek e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din