Li Tirkiyê hejmara miriyan bû 4171

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 158 kesên din jî bi şewbê ketine û 31 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên Koronavîrusê (Covid-19) de li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.  Li gorê daneyên, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 158 kesên din jî bi şewbê ketine û 31 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 150 hezar û 593 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 171.


Mijarên Din