​​​​​​​Li Tirkiyê di rojekê de  76 kes ji ber Koronavîrusê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku 725 kes ji ber şewba vîrusa Korona mirin, hejmara kesên bi vîrusê jî ketine gihişte 34 hezar û 109 kesî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daxuyaniyek da û anî ziman ku di nava 24 saetên dawî de ji ber Koronayê 76 kes mirine. Koca destnîşan kir ku heta niha ji ber şewba Koronayê (Covid-19) li Tirkiyeyê 725 kes mirine.

Her wiha Koca diyar kir ku li Tirkiye 34 hezar û 109 kes jî bi vîrusê ketine.


Mijarên Din