Li Tirkiyê di nava 24 saetan de 53 kes mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 53 kesên din jî ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 704 kesên din jî bi Koronavîrusê ketine û 53 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 141 hezar û 475 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 894.


Mijarên Din