Li Tirkiyê di 24 saetan de 41 kesên din mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 610 kesên din jî bi şewbê koronavîrusê ketine û 41 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê  yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên Koronavîrusê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.

Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 610 kesên din jî bi şewbê ketine û 41 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 148 hezar û 67 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 96.


Mijarên Din