Li Tirkiyê 908 kes ji ber vîrusa Koronayê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyê 98 kes mirine, 4 hezar û 56 kes jî bi vîrûsê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên mirine gihiştiye 908 kesî.

Her wiha Koca destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de jî 96 kes mirine. Li gel vê li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrûsê mirine bû 908 kes. Dîsa 42 hezar û 282 kes jî bi vîrûsê ketine.


Mijarên Din