Li Tirkiyê 44 kesên din mirin

Hate ragihandin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronavîrusê 44 kesên din mirin. Hejmara giştî ya miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca tabloya daneyên têkildarî koronavîrusê (Covid-19)  parve kir.

Li gorî agahiyên ku Wezîrê Tenduristiyê Koca belav kir, di nava 24 saetên dawî de hezar û 368 kes bi koronayê ketine û 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi van miriyan re hejmara giştî ya miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan.

Hejmra giştî ya kesên bi vîrusê ketine gihîşt 149 hezar û 435’an.


Mijarên Din