Li Tirbespiyê xebatên şaredariyê û giliyên şêniyan

Şaredariyên Tirbespiyê dest bi zîftkirin û restorekirina rêyan kiriye. Şêniyên hinek gundan dibêjin ku şaredarî girîngiyê dide hin rêyên şaxî û rêyên sereke yên aktîf paşguh kirine. Hevserokên şaredariyan vê mijarê zelal dikin.

Şaredariyên gel ên navçeya Tirbespiyê li gorî plana ku Desteya Şaredariyan û Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo pêşkêş kiriye, dest bi zîftkirin û restorekirina rêyên navçeyê kir. Şaredariya navendî ya navçeyê 3 hezar û 613 m3 zîft ji bo projeyê diyar kir. Miqdara zîftê ku dê şaredarî ji bo her çar bajarokên girêdayî navçeyê diyar bike, hîna di nirxandinê de ye.

Şaredariya Gel sererastkirina gelek rêyên giştî di navenda navçeyê de kiriye plansaziya xwe. Lê rêyên din jî mîna rêya ku gundê Girdahol ê li başûrê rojavayê navçeyê bi navçeyê ve girê dide, rêya şaredariyê ya rojava û hinek rêyên taxa El-Sewra yên sereke li başûrê navçeyê ne, di plansaziya şaredariyê ne.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Ebdulezîz Mihemed tekez kir ku piştî civînên bi şaredarî û meclisa navçeya Tirbespiyê re, zîftkirina 6 rêyên navçeyê hatiye erêkirin.

Têkildarî rêyên ne di plansaziya şaredariyê de, Mihemed destnîşan kir ku tevahiya rêyên navçeyê bi hewcedariya restorekirinê ne, lê wan li gorî girîngiyê ew rê diyar kirine û di dema bê de li gorî derfetan dê sererast bikin.

 Rêyên şaxî tên sererastkirin, lê yên sereke tên paşguhkirin

Her çar şaredariyên şaxî yên girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Til Marûf, Hilwa, Maşûq û Ebû Firi jî dest bi zîftkirina rêyan kir, lê hinek rêyên sereke paşguh kirin. Ev yek bûye cihê nerazîbûna şêniyan.

Şêniyê bi navê Xelîl Şindî yê ji gundê Nesran ê başûrê rojavayê navçeyê ku girêdayî Şaredariya Hilwa ye, dibêje: "Şaredariya Gel tu proje li gorî pêwîstiyên şêniyan pêşkêş nekirine, lê belê rêya gundê Til Bişik ê ku 5 mal lê hene, zîft kir û rêyeke şaxî di navbera bajarokê Hilwa û Hasûda de vekir, ruxmî ku her du li ser rêya diwelî ne."

Şindî got rêyên mîna Til Nesran a ku di zivistanê de ji xizmetê derdikeve, têne paşguhkirin.

Hevserokê Komîna Şehîd Şukrî ya bajarokê Maşûq Mîrzevan Ebdo got: "Şênî ji karê Şaredariya Maşûq û şaredariyên din ên navçeyê bi gilî û gazinc in. Projeyên ku pêşkêş dikin xizmeta hejmarek mezin ji şêniyên gundan nakin."

Şaredariya Gel a bajarokê Maşûq rêya gundê Qitraniyê bi bermahî û kevirê şikandî sererast kir. Ev gund di nav 33 gundên bajarokê Maşûq de yê herî biçûk tê hesibandin. Beriya salekê şêniyan bi rêya ajansa me banga restorekirina Rêya Mizgeft û rêya sereke ya bajarokê Maşûq kiribûn. Rêya bajarok ji bo zêdetirî 30 gundan rêyeke girîng e.

Hevseroka Komîna Şehîd Şoreş a gundê Bizûne yê li başûrê navçeya Tirbespiyê Ruqya El-Hebîb tekez kir ku hevserokatiyên komîteyên şaredariyên kantona Qamişlo di 13`ê Sibatê de bi komîn û şêniyên bajarokê re civiyane da ku plansaziyekê li gorî daxwazan deyne û projeyên xizmetguzariyê pêk bîne. El-Hebîb destnîşan ki ku di civîna yekemîn de girîngî ji rêyan re hate dayîn. Li ser wê proje hate erêkirin û kantonê biryar da. Lê tevî ku civîn erênî bû lê di vê dawiyê de plansazî hate guhertin. Ji ber wê şênî dipirsin ka çima plansazî hate guhertin.

Şaredariya Til Marûf dest bi projeyên zîftkirina rêyên Til Marûf-Til Hemîsê û her wiha rêyên gundê Sîha Mezin, Himare, rêya gundê Lîlan-Sîha Biçûk, rêya gundê Lîlan Biçûk a li nêzî rêya diwelî,  rêya Şermûx Ebare , rêya El-Kebîbe, rêya Şîbaniye Nayif, Farqîn, rêya Sehil Til Marûf bi kevirên hûr serersat dike. Budçeya vê projeyê 23 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Hinek rêyên ku şaredariyê restore kirine, şaxî ne û şaredariyê rêyên gundê Iwêne yê ku bi temamî di zivistanê de ji xizmetê derdikevin, paşguh kirine.

Cigîrê hevserokatiya meclisa navçeya Tirbespiyê Mihemed Hecî Ferhan destnîşan kir ku ew hewl didin xizmeta şêniyên bikin. Biryar ew bû ku rêyên ku ji xizmetê derketine werin sererastkirin. Lê ji ber derfetên hindik wan ew rê pejirandine. Li ser wê gelek proje ji şaredariyên navçeyên re hatin dayîn. Piştî nîqaşan bi Meclisa Şaredariyan re ya kantona Qamişlo hatin erêkirin.

Ferhan tekez kir ku ji ber lêçûna zêde ya sererastkirina rêyên sereke û stratejîk ên navçeyê proje pêk nehatin. Her wiha diyar kir ku bi rêya diyarkirina bûdçeya dema bê ya çaryeka sêyemîn û çaremîn dê girîngiyê bidin vê mijarê.

Ferhan got tevahiya rê û kolanan dê werin sererastkirin. Her wiha destnîşan kir ku piraniya rêyên navçeyê ji ber paşguhkirinê ya bi salan û baranê ku di zivistana borî de bi giranî bariye gelek zirar dîtine.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo beriya ku projeyan erê bike, komîteyên şopandinê şandibûn herêmê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din