Li Tirbespiyê turnuveya futbolê

Bi beşdarbûna 28 tîmên ji navçeya Tirbespiyê turnuveyeke futbolê li stada Bexçê Mezin dest pê kir.

Turnuve ji aliyê Dibistana Biratî ya Futbolê ya navçeya Tirbespiyê ve hatiye organîzekirin. Dê di saetên êvarî de du maç di navbera tîmenê beşdar de li stada Bexçê Mezin werin lîstin.

Rêveberê komîteya berprisyar a turnuveyê Hesen Tahir destnîşan kir ku armanca wan ji turnuveyê çanda biratî û hezarkirin di nav civakê de belav bikin. Her wiha diyar kir ku tîmên serkeftî dê werin xelatkirin.

ANHA


Mijarên Din