Li Tirbespiyê hêrsa gel ji ber tecawizkirina keça 4 salî

Şêniyên navçeya Tirbespiyê tecawiza li dijî zaroka 4 salî şermezar kir û bang li Dadgeha Gel kir ku cezayên herî giran li dijî sûcdar feriz bike.

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya Dadgeha Gel kom bûn û hêrsa xwe ji ber tecawizkirina keça biçûk a 4 salî diyar kir û banga cezayên herî giran li dijî sûcdar kir.

Ji rêveberên Dadgeha Gel Hac Ebdî Silêman ji şêniyan re tekez kir ku dadgeh li gorî qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryaran digre.

Ebdî Silêman diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derfeteke mezin daye welatiyan da ku nêrînên xwe bêjin, lê tecawzikirina zarokê dê li gorî qanûn û edaletê be û wiha domand: "Madem ku dadgehên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê edaleta xwe îsbat kiriye û ewlekarî  ji welatiyan re peyda kiriye, doz li gorî bang û lêpirsînan dimeşe û dê cezayên giran li sûcdar were birîn."

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo zarokeke 4 salî hate tecawizkirin. Malbata zarokê doz ji Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê re, rakir.

Li gorî nivîsgeha ragihandina Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê ku di daxuyaniya ku di 27`ê Sibatê de derket hate gotin ku tecawiz li mala sûcdar hate kirin.

Her wiha nivîsgehê tekez kir ku lêpirsîn didome da ku biryar li gorî qanûnê li dijî sûcdar were girtin û li gorî wê dê sûcdar radestê dozgerên  pispor were kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din