Li Tirbespiyê amadekariyên mewsima çinînê bi dawî bûn

Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê amadekariyên mewsima çinînê ya îsal bi dawî kir.

Saziya Çandiniyê ya Tirbespiyê û komîteya awarte hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina mewsima çinînê ya îsal girtin. Her wiha saziyê patoz peyda kirin û ji wan re sotemenî peyda kir.

Saziya Çandiniyê ya navçeyê derman li ser qiraxên rêyan reşand û hemû giya bi dirêjahiya 90 km ji derdora rêyên navçeyê, rakir.

Hevserokê Saziya Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê Kamîran Umer diyar kir ku sazî dê 19 hezar ton genim ji cotkaran wergire û ji bo vê yekê jî navenda Tirbesiyê û navenda Til Marûf diyar kiriye.

Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê 5 cihên dagirtina avê yên yêdek amade kirine da ku avê bidin erebeyên agirkujiyê di demên şewatê de. Bi vê yekê hejmara cihên dagirtina avê yên li navçeyê bûn 17 û jenerator kehrebeyê jî ji wan re peyda kirine.

Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Sûad El-Hisên destnîşan kir ku wan komîteya taybet ji rewşên awarte re ava kirine û heger şewat çêbe 6 nuqte ji bo vê yekê diyar kirin. Hejmarên ku dikarin di rewşên awarte de li wan bigerin ev in:

Rêveberiya Agirkujiya Qamişlo: 0997142410, beşa Tirbespiyê: 0998312309, beşa agirkujiya Til Marûfê: 0935411759, nuqteya dagerandina Xezna: 093048324, nuqteya dagerandina Tewîl:  0991173784 û nuqteya dagerandina Maşoq: 0993656559.

Saziyê çandiniyê û şaredariya gel ên navçeya Tirbespiyê bang li welatiyan kir ku alîkariya komîteyên taybet bikin û nehêlin şewat wekî sala derbasbûyî çêbe.

Sala derbasbûyî li 29 gundên navçeya Tirbespiyê zeviyên çandiniyê hatin şewitandin ku nêzî 100 hezar donim erd bû.

bx

ANHA


Mijarên Din