Li Tirbespiyê 11 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

Abdulkerîm Sarûxan di bîranîna 11 şehîdên ku meha Çileyê şehîd bûne de axivî û piştrast kir ku yekitî, hevgirtin û têkoşîna pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, modela şoreşa biratiya gelan e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê îro 11 şehîdên ku di meha Çileyê de li cihên cuda şehîd bûbûn, li Hola Nadî ya Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê bi bîr anîn. Di bîranînê de bi dehan malbatên şehîdan, pêkhateyên navçeyê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Abdulkerîm Sarûxan axivî û destnîşan kir ku yekitî, hevgirtin û têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneya şoreşa biratiya gelan e. Sarûxan da zanîn ku pêkhateyên herêmê bi hevgirtina xwe êdî li hember êrişên çeteyên ku hewl dida gefan li ewlehî û aramiya herêmê bixwin û her wiha li hember dewletên ku armanc dikirin azadiya pêkhateyên herêmê têk bibin, bûne mertal.

Sarûxan îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hedef dike ku projeya demokratîk a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û bal kişand ser ku şêniyên herêmê gelek qurbanî di oxira ewlehî û aramiya herêmê de dane.

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan û têkoşîna wan hat pêşkêşkirin û piştre merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din