Li Til Temirê şehîdên berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a kantona Hesekê 10 şehîdên ku di encama berxwedana bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, oxir kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a kantona Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD`ê, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervaneke YPJ`ê oxir kirin.

Şêniyan berê xwe da Goristana Şehîdan a Til Temirê da ku tev li merasîma oxirkirina 10 şehîdan bibin.

Şehîdên hatin oxirkirin ev in: Hanî El-Ebid, Ehmed El-Ebid, Izedîn El-Mihemed, Abdulrehîm Îsa, Fatma Hec Hesen (Bêrîtan), Malik Himay, Ridwan Meter, Salih Meter, Ehmed Mihemed Yetîm û Roj Til Temir.

Di merasîmê de endamê PYD`ê yê navçeya Til Temir Mihemed Saîd Şêxmûs axivî û îşaret bi girîngiya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a dagirker kir.

Paşê wesîqetên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din