Li Til Temirê piştî 9 mehan dewreyeke perwerdeyê hate vekirin

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, Akademiya Şehîd Bêrîtan Cûdî ya li navçeya Til Temirê zêdetirî 9 mehan hate girtin û îro dewreyeke fikirî vekir.

Akademiya Şehîd Bêrîtan Cûdî ya li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dewreyek fikirî ji 18 endamanên saziynên sivîl ên herêmê re vekir.

Dawiya sala derbasbûyî ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî bajarê Serêkaniyê û gundên Til Temirê Akademiya Şehîd Bêrîtan zêdetirî 9 mehan perwerde venekir û niha dewreyek vekir.

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Bêrîtan Cûdî, Ehmed Heyder axivî û got: "Ji destpêka êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî û derdora navçeya Til Temirê, dewre hatibûn sekinandin, ji ber herêm nêzî xeta sînor e."

Ehmed diyar kir ku perwerde ji bo pêkhateyên Til Temirê de xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber fikrekî nû ava dike û li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan dimeşe û dûrî nijatperestiyê ye."

Heyder Ehmed da zanîn ku ev perwerde gelek fikirên erênî dixuliqîne ji wan zanîn, dispilîna di navbera civakê de, çawaniya parastina xakê û di tevahiya qadan de çawa mirov mafên xwe biparêze.

Ji ber êrişên rojane yên Tirkiyê û ji ber herêm nêzî xetên sînor e perwerde vekirî ye.

Îbrahîm Elo armanca tevlêbûna xwe ya ji bo dewreya perwerdeyê anî ziman û got: "Tevlibûna min ji perwerdeyê re pir girîng e,  xwedî sûdmendiyeke fikirî ye û dikare bi rêya wê têkiliyên xwe yên bi civakê re diyar bike.

Îbrahîm Elo wiha axaftina xwe dewam kir:"Perwerdeya firkirî ya xwe dispêre neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a dikare bibe navgîna di navbera hemû pêkhateyan de."

Îbrahîm Elo wiha dawî li axaftina xwe anî:"Mirov dikare di xwe de bifikire, lê dema tev li perwerdeyê dibe mirov di civaka ku tê de dijî bifikire, her wiha di rûbirûbûna ji astengiyan re bi hev re derbas bike û wekheviya di navbera ferdên civakê de ram bibe."

(eh)

ANHA


Mijarên Din