​​​​​​​Li Til Temirê ji ber germahiyê zarok nexweş dikevin

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava Firatê qut dikin, rêjeya danê avê kêm bûye û saetên dayîna kehrebeyê kêmbûne. Ev yek dibe sedem ku şêniyên  navçeya Til Temirê di demsala Havînê de zehmetiyan bikişînin û herî zêde zarok ji vê yekê bandor dibin.

Bi hatina demsala Havînê re dewleta Tirk a dagirker berdana asta ava çemê Firatê kêm kir. Ev bû sedem ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya avê û dayîna dema kehrebeyê kêm bibe.

Bilindbûna germahiyê rasterast bandorê li zarokan dike, ji ber germe nexweş dikevin û derman kêm in.

Welatiyê bi navê Umer Abdullah ji şêniyên navçeya Til Temirê ye. Abdullah got: “Ez ji ber bilindbûna germahiyê zehmetiyan dikişinim, ji ber kehrebe di demên pêwîst de nayê, kesên mezin germahiyê ranakin, ew ê çawa zarok rakin.”

Keça Abdullah ji ber ji germahiya zêde bandor bûye û nexweş ketiye. Abdullah diyar kir ku wî gelek caran keça xwe ji ber germahiyê rakiriye nexweşxaneyê.

Bi saetên roj kehrebe tune ye, dema ku kehrebe tê yekser zarok direvin ber perwaneyan an jî alavên din ên hênikkirinê. Ev sar û germî jî dibe sedem ku zarok nexweş bikevin.

Xebatkarekî nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Dilo Mihmed axivî û da zanîn ku di rojê de nêzî 70’ê zarok ji ber germahiya zêde têne nexweşxaneyê.

Mihemed got: “Kêmbûna avê û qutbûna wê, her wiha vexwarina avê qirêj dihêle nexweşiyên wekî iltîhaba roviyan bi zarokan re çêbibe. Tê zanîn ku artêşa Tirk avê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye qut dike.”

Têkildarî mijarê hevserokê Navenda Kehrebê ya navçeya Til Temirê Fehed Simêla got: “Ji nîvê meha Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirk avê li ser ava Firatê kêm dike û qut jî dike. Lewra saetên kehrebê kêm dibin û em zehmetiyan dikişînin.”

Fehed Simêla destnîşan kir ku ji ber li Til Temirê jeneretor tune ye, saetên kehrebê kêm in û şêniyên Til Temirê zehmetiyê dikişînin.

Li Til Temirê ji saet 19.00’an heya 07.00’an kehrebe heye.

Li bajarê Hesekê 29`ê Hezîrana derbasbûyî pileya germahiya 50`î bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din