Li Tebqayê têkildarî rola eşîran civînekehate lidarxistin

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Bajarê Tebqayê bi armanca xurtkirina aştiya navxweyî, jiyana hevbeş û rola eşîran di aliyê siyasî de civînek li dar xist.

Şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên partiyên siyasî û rêveberiya sivîl a bajar beşdarî civînê bûn.

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan Îbrahîm Mihemed ve hate kirin. Mihemed got armanca lidarxistina vê civînê nirxandina rewşa siyasî û xwendina Partiya Sûriya Pêşerojê ji rewşê ye.

Di civînê de endamên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê mijarên ku Rêveberiya Xweser eleqdar dike, hewldanên derxistina fitneyan li herêmê û rêbazên bersivandina van hewldanan hatin nîqaşkirin.

Her wiha rewşa Sûriyê bi giştî hate nirxandin. Hate gotin ku pêwîste çareseriyeke adil ji bo Sûriyê were dîtin, zemîneke guncaw ji bo diyalogan di navbera tevahî sûriyan de di bin sîwana biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an  were peydakirin.

Her wiha nêrînên şêx û rûspiyan derbarê gelek pirsgirêkan de hatin guhdarkirin û rola wan di pêkanîna aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de hate destnîşankirin.

Rûspiyan diyar kirin û pêwîste nêrîneke hevbeş ji bo aktîvkirina rola wan di sekna li hemberî hewldanên derxistina fitneyan û planên li dijî gelên herêmê de were dîtin.

Seroka Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Cela Hemzawî têkildarî civînê ji ANHA'yê re axivî û got: "Ev civîn wê destpêka xêrê ji me û Rêveberiya Xweser bi giştî re be. Armanca me ji civînê rêgirtina li ber hewldanên derxistina fitneyan li herêmê û parastina tevnê di çarçoveya taybetmendiyên eşîrtî, urf û adetên civînê de ye."

Cela Hemzawî diyar kir ku civîn serkeftî û erênî bû û biryarên ku tê de hatine girtin dê werin pêkanîn da ku bi rêya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Tebqayê astengî werin derbaskirin.

ANHA


Mijarên Din