Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn

Şêniyên herêma Tebqayê cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bibîr anîn û soza şopandina xeta wan dûbare kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmê bîranîna 31 şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Îlonê yên ji herêma Tebqayê  li dar xist. Bi sedan şêniyên herêmê di nav de endamên Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Jinê, Meclisa Ciwanên Tebqayê di merasîmê de amade bûn.

Cihê merasîmê bi wêneyên şehîdan, alên QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha navê şehîdan meha Îlonê xwend. Piştre malbatên şehîdan mûm ber wêneyên zarokên xwe yên şehîd vêxistin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El-Îbrahîm, fermandara Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Fatima Silêman û hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hamid El-Ferec axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di yekrêzê de li hemberî komployên hundirîn û derve disekinin. Her wiha hate gotin ku xwîna şehîdan çavkaniya hêza gelan e ku hemû pêkhate di çemberê de kir yek.

Kesên axivîn, soza dan ku ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin.

Di dawiyê de belgefîlmeke li ser kurtejiyana şehîdan hate pêşandan.

Şehîdên meha Îlonê yên Tebqayê ev in: "Mehmûd Şilaş, Îbrahîm Hac Mehmûd, Îbrahîm El-Şamî, Mihemed El-Îbrahîm, Mihemed El-Mûsa, Îyad Taha, Ehmed Hacî Hemûd, Mihemed El-Dûş, Îsmaîl El-Nayif, Mihemed Ehmed El-Mehmûd, Ebdulreman Derwîş, Elî El-Abdullah, Ebdulmecîd El-Mehmûd, Ehmed Mufdî, Mihemed El-Qasim, Cemal Îce, Hemaşî El-Hemaşî, Mûsa Subeyî, Deham El-Eseed, Ebdulselam Lûey, Mihemed El-Xelef, Elî El-Îlêwî, Mehmûd Hemûd, Îbrahîm El-Qesab, Xalid Îlêwî, Samî Iwêcan, Mihemed El-Hemada, Elî El-Ebdo, Xesan Qebelawî, Ebdulrehman El-Necim û Îbrahîm Şihab".

ANHA


Mijarên Din