Li Tebqayê komxebata berfireh a jinan dest pê kir

Komxebata diyalogê ya berfireh a jinan li bajarê Tebqayê bi beşdariya jinên Tebqa, Reqa û Dêrazorê, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk, nûnerên jinên Şengalê û têkoşer Fedîle Tok ji têkoşerên ku ketiye greva birçîbûnê ya li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk ên di girtîgehên Tirkiyê de, dest pê kir.

Bi armanca nîqaşkirina rewş û azarên ku jinan di dirêjahiya salên şer, kiryarên rejîmê, çeteyên DAIŞ’ê û komên opozîsyonê de dîtine, komxebata diyalogê ya berfireh a jinan li Navenda Çandê ya Tebqayê bi dirûşma"Jin di dema şer de rastî û aso ne" li dar dikeve. Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di roja yekemîn de dê 2 mijar bên nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser azarên jinên ji herêma Firatî berî û piştî rizgarkirinê ye. Li rexê jî dê li ser kiryarên hestyarî û bedenî yên jin di demên serweriya rejîmê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê re derbas bûne û piştre li ser kiryarên komên çeteyên DAIŞ’ê ku hemû rêbazên binpêkirinê ji firotina di sûkan de, bi taybet li ser jinên Şengalê pêk anîne, bên nîqaşkirin.

Mijara duyemîn jî, dê nîqaş li ser doza jinan di Rojhilata Navîn de û çareseriyên pêşniyarkirî yên der barê sînordarkirina serweriya li ser jinan de bên kirin. Dûre dê sînevîzyonek der barê kiryarên beriya rizgarkirinê de ku jin tê re derbas bûne, bê pêşandan.

Xebatên roja yekemîn a komxebatê dê bi çalakiyên çandî û şahiya ku li kelha Ceiber a dîrokî pêk were, bi dawî bibin.

Xebatên roja duyemîn jî dê bi nîqaşên der barê berxwedana jinan û pêwîstiya xweparastinê de pêk werin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din