Li Tebqayê dewreya 8’an a şervanên QSD’ê vebû

Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal a girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dewreya xwe ya 8`an bi merasîmeke girseyî li bajarokê El-Cirniye yê bakurê rojavayê gundewarê Tebqayê, vekir.

Di çarçoveya xurtkirina  parastina herêmê û berfirehkirina  erkên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê de, gelek şervanên QSD’ê beşdarî dewreya 8`an a Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal a Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.

Bi dehan ji fermendarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, şandeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û endamên rêveber ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşdarî merasimê bûn.

Dewreya bi navê Şehîd Mehêr Tebqa hat vekirin, dê heya 45 rojan bidome. Şervan dê li ser waneyên bîrdozî girêdayî siyaset û dîplomasiyê tevî perwerdeyên leşkerî têkildarî bikaranîna çekên sivik û navîn, teknîkên leşkerî û stratejîk ên şer û planên parastinê werin perwerdekirin.

Di merasîma vekirinê de endamê rêveber ê Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal Feyad Şahîn axivî. Şahîn pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe destnîşan kir ku û got: "Em tekez dikin ku çawa QSD`ê DAIŞ`ê têk bir û li hember her gefekê û êrîşkerekê bibe kelhek asê. Ev jî soza me ji şehîdên ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirine re, ye."

Di dawiya merasîma vekirinê de şervanan sonda parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dan.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mehêr Seyd El-Şirad ê bi nasnav Mehêr Tebqa ji ber nexweşiyê beriya çend mehan şehîd bûye. Şehîd Mehêr rolek pêşeng di pêngavên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê de, lîst.

(şx)

ANHA


Mijarên Din