Li Tebqayê dê milyon û nîv lître mazot were belavkirin

Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê mazotê li şêniyan belav dike û dê derdora milyon û nîv lître mazot were belavkirin.

Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê dest bi belavkirina beşa yemekîn a mazotê kir. Mazot li gorî "Belgeya Sotmeniyê ya Malan" tê belavkirin. Di belgeyê de miqdara mazotê, gaz û tûbên gazê ku dê werin belavkirin, diyar dibe.

Destpêka vê mehê gerînendetiyê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Tebqayê dest bi belavkirina beşa yekemîn a mazotê kir. Tê payîn ku belavkirin 3 mehan dewam bike.

Di vê derbarê de heta niha zêdetirî 33 hezar belgeyên sotemeniyê hatin derxistin. Li gorî qeydkirina navên kesên ku dixwazin mazotê wergirin û belgeyên xwe yên îsbatê temam bikin, dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Buroya çavdêriyê ya girêdayî gerînendetiyê ji 17 stasyonên li navenda bajar û gundên rojhilat û bakur werdigire. Jê 4 stasyonên li navenda bajar, bi rêya tankeran û bi çavdêriya meclisa taxê û komîteya çavdêriyê tê belavkirin.

Di beşa yekemîn a belavkirin dê her malek 440 lître mazot werdigire, buhayê her lîtreyekê 75 lîreyên Sûriyê ye.

Rêvebira Buroya Çavdêriyê ya Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê Ferîda Cafer diyar kir ku gerînendetî bi hemû hêza xwe dixebite da ku mazot bigihêje hemû malan û got: "Meclisên taxa bê navber dixebitin, li kartên malbatî dinêrin ku li gorî wê dê mazot were belavkirin. Her wiha li gorî par tedbîrên girêdayî belgeyan hatin sivikkirin. Her malbatek dikare karta malbatê, girêdesta zewacê, karta koçberiyê û ya bicihbûnê wergire."

Mazot niha li taxên Selam, Şehîdan, Sinoberî, Cahiz, Zireyqat tê belavkirin. Belavkirin li taxên Buheyara, Îzaa, Ayida Mezin û Ayida Biçûk, gundên nêzî bajar wekî Cabir, Bîr Sîna û Siwêdiyê yên bakurê bajar bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din