Li Tebqayê congoriyên azdadiyê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn

Li Tebqayê cangoriyên azadiyê yên meha Tîrmehê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn. Bîranîn li Navneda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Şêniyan li ber wêneyên şehîdan fend vêxistin.

Piştre axaftina ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Îbrahîm, Hevserokê Komîteya Têkiyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Asya El-Xerbî, ji fermandarê QSD‘ê Mihemed Îbrahîm û bi navê malbatên şehîdan rêveberê Buroya Têkiliyên Leşkerî ya gundewarên rojavayê Reqayê Ayid El-Hadî ve hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û dilsoziya bi şehîdan re nû kirin.

Qisekaran bi bîr xistin ku bi keda şehîdan terora DAIŞ‘ê têk çû û gelê herêmê di nava aramî û ewlehiyê de ne

Piştî axaftinan senevîzyoneke li ser kurtejiyana şehîdan hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA

 ç


Mijarên Din