Li Tebqayê belgefîlma binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê hate pêşandan

Yekitiya Jinan a Ciwan û Meclisa Ciwanan a Teqbayê sînevîzyonek li ser binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî mafên sivîlan û sûcên li dijî mafên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, pêşkêş kir.

Di çarçoveya çalakiyên gel ên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker de, Yekitiya Jinan a Ciwan û Meclisa Ciwanan a Tebqayê îro sînevîzyonek li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê  pêşkêş kir.

Di pêşandana sînevîzyonê de hevserokên Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec û Rewşen Hemî û bi dehan ciwanên Tebqayê û şêniyên bajêr amade bûn.

Di sînevîzyonê de, parçeyên ji dîmenên merhaleyên pêngavên Xezeba Firatê û Bagera Cizîrê ku bi destê QSD’ê rizgar bûne, komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên wan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, hatin pêşandan.

Her wiha jî bertekên bihêrs ên ciwanan jî der barê dagirkirinê bi rêya dîmenên cur bi cur ji daxuyanî û xwepêşandanên gel ku ciwanan li ser redkirina dewleta Tirk a dagirker li dar xistine, hatin pêşkêşkirin.

(fr)


Mijarên Din