Li Tebqa û Reqayê çalakiya jinan di roja 3`yemîn de berdewam e

Jinên bajarên Reqa û Tebqayê çalakiya xwe ya li dijî hedefgitina şehîdên ji gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê berdewam dikin û diyar kir ku qehremaniya jin nîşan didin, hêrsa faşîzma Tirk radike.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî siyaseta dewleta Tirk a faşîst ku îradeya jinên pêşeng dike armanc, derdikevin qadan û îro jî şêniyên Reqa û Tebqayê di bin konê çalakiyê de protesto kirin.

REQA

Bi beşdariya bi sedan şêniyên herêma Keramê, endamên saziyên sivîl û meclisên herêmî yên Reqa Semra, Cedîda û Hemrat beşdarî çalakiya şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bûn.

Çalakî di roja sêyemîn de bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Ebadî, li ser navê Mala Jinan a li Keramê Meha Xetab, li ser navê Gerînendetiya Perwerdeyê Beyan Boş û li ser navê Meclisa Gel a Cidêdat Îbrahîm Hinêdî axivîn.

Axêveran bal kişand ser projeya jiyana hevbeş, yekitiya gelan ku dewleta Tirk bi fikar dike û got: "Em wek gelên Kurd ji ber Erdogan bi dagirkirina xaka Sûriyê isbata sûcên xwe dike û ev yek jî dihêle hêrs û israra me xurtir bibe."

Axêveran destnîşan kir ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji gumanên Erdogan û çeteyên wî her wiha ji siyasetên wî yên faşîst xurtir bûne, ew ê rê nedin Erdogan ku kiryarên li Efrînê, Babê û Carablusê pêk anîye dubare bike, ew hemû Efrîn in, Girê Spî û Serêkaniyê ne.

Axêver bang li gelên herêmê kir ku hevgirêdana xwe çêbikin, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên peywendîdar kir ku li dijî Tirkiyê bisekinin û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li herêmên Bakurê Sûriyê berdewam bikin.

Di bin konê çalakiyê de sînevîzyonek der barê dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Bakurê Sûriyê û kiryarên wê hate pêşandan.

TEBQA

Duh bi slogana "Jinên Kobanê û zarokên Silêmaniyê, kujer yek e" konê çalakiyê li herêma Tebqayê hate vegirtin.

Meclisa Zaqûnsaz a herêma Tebqayê û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê di roja duyemîn a çalakiyê de serdana kon kirin.Di bin konê çalakiyê de gelek axftin hatin kirin, jinên Tebqayê helwest û têkoşîna di dîroka jinên herêma Firatê ku hîn jî di rêya azadiyê de tê dikoşin û bi armanca şikandina bindestiyê li ber xwe didin, pîroz kirin.

Serokê Meclisa Zagonsaz Hamid Ferec axivî û bal kişand ser rola jinan di projeya Neteweya Demokratîk û rêgezên azadiya jinê de ku jin ji bindestiyê û koletiya bi salan e ji jinan re bûbûn asteng û cewherê jina azad paşguh kiribû.

Endama Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Evîn Ereb soza berdewamiya têkoşîna jinan da û got:"Qehremaniya van jinan nîşan da hêrsa dewleta Tirk a faşîst rakir, lewma dest bi pêkanîna komkujiyan, revandin û qetilkirina jinên li herêmên dagirkirî kir."

Di dawiyê de belgefilimeke têkildarî êş û azara gel li herêmên dagirkirî pê re rû li rû mane hate pêşandan. Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê diyar kir ku îro dê çalakiya kon bi dawî bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din