Li Tebqa û Dêrazorê tedbîrên mewsima çinînê

Piştî ku di mewsima sala borî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehhezaran hektar zevî hatin şewitandin, aliyên têkildar ên Tebqa û Dêrazorê ji bo parastina mewsima îsal rêzetedbîr girtin.

Par bi dehhezaran hektar zeviyên neçinî yê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şewitandin.

Hevserokatiya Komîteya Aborî yê Tevqayê diyar kir ku ew texmîn dikin ku hilberîna îsal ji ya par kêmtir be. Ji ber ku baran îsal ji par kêmtir barî. Her wiha komîteyê ji bo parastina zeviyan ji şewatan gelek tedbîr girtin.

Hevserokê Komîteya Aborî ya ku ji Gerînendeya Çandiniyê, Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Yekîtiya Cotkaran pêk tê, Ehmed Silêman behsa rewşa çandiniyê ya îsal û tedbîrên ku girtine kir.

Silêma di destpêkê de got: "Agahî bedbinî in. Tê texmînkirin ku hilberîn di mewsima îsal de gelek kêm be. Ji ber ku baran kêm barî. Ev jî bi awayekî neyînî bandor li zeviyên çandiniyê yên genim û ceh kir."

Têkildarî perspektîvên ku komîteyê dane, Silêman got: "Pêwîste cotkar û xwediyên patozan wan perspektîvan û biryarên komîteyê yên girêdayî mewsim çinînê bicih bînin. Zeviyên nêzî hev ji hev cuda bikin, şînatiyên hişk hilkin bi taybet li gel rewşên hawayê yên germ ku dibin sedema çêbûna şewatan. Her wiha xwediyên patozan, amûra agirvemirandinê û parêzkerên şatmanan bi kar bînin."

Di mewsima çinînê ya sala borî de bi dehan şewat çêbûn. Di encamê de bi 25 hezar donim zeviyên çandiniyê li gundewarên bakur û rojavayê herêma Tebqayê li gundên Mehmudlî, Hedaj û Tirka şewitîn. Komîteya Aborî wê demê rewş bi trajedîk wesifand.

Silêman bal kişan  ku komîteyê civînek fireh bi tevlêbûna Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Meclisa Sivîl a Tebqayê û Saziyên Civaka Sivîl lidar xist. Di dawiya civînê de plansaziyek ji bo mewsima îsal danî. Ev plansazî li ser bihayan, makenîzmeya wergirtinê û erkên şaredariyan ji bo peydakirina treksan, piştrastkirina amadebûna foca agirvemirandinê û avakirina nuqteyan hate danîn. 

Îsal xwediyên patozan li gorî perspektîvên Komîteya Aborî tedbîrên nû girtin, jê peydakirina depoyek av bi patozan re ji bo ku di rûdana şewatan de hema şewatê kontrol bikin. Bikaranîna traktoran ji bo ku di rewşa vêketina şewatan de, zeviyan bajon û wan ji hev cuda bikin.

Silêman di dawiyê de behsa xebatên komîteyê ji bo wergirtina hilberîna îsal kir û got: "Nivîsgeha Depo û Dan a Gerînendeya Çandiniyê xebatên restorekirina depoyên El-Bû Asî li rojavayê Tebqayê bi 20 km bi dawî kirin. Her wiha nivîsgehê ji amadebûna depoyê ji bo depokirina mewsima îsal piştrast bû. Pîvana ambarkirinê di vê depoyê de 90 hezar ton e."

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di demek berê de bihayên kirîna hilberînên genim û ceh di biryarekê de diyar kiribû. Her wiha di wê biryarê de bendên kirînê li gorî cureya hilberînê û fayîzê, diyarkirina sotemenî ji 92 xwediyên patozên ku ruxsetên çandiniyê wergirtina û dê li herêmê biçinin.

Li Dêrazorê jî Meclisa Sivîl a Dêrazroê şaneyek ji heman mijarê ava kir. Şaneyê rêzetedbîrên hişyariyê ji bo ku pêşî li rûdana şewatan bigire, girtin.

Her wiha Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, bi hevkariya şaredariyên gel û foca agirvemirandinê 20 yekîne ava kirin. Her yekîneyek ji 5 kesan pêk tê, heman demê de erebeyek agirvemirandinê. Ev yekîne dê di dirêjahiya dema çinînê de 24 saetan amade bin.

Li rex erebeya agirvemirandinê, traktorek û sarincek  avê hatiye peydakirin. Li aliyekî din navenda çavdêriyê ku ji bo şopandina zeviyên çandiniyê hatiya avakirin, geran di nava zeviyên çandiniyê de bi rêxistin dike, da ku agahiyên derbarê şewatan de bide.

Yekîneyên agirvemirandinê li ser gelek navendan li gundewarên rojava û rojhilata bi vî rengî tên belavkirin:

Gundewarê rojhilat: Navendên abû Xeşeb, Cirwan, Riwêşid, Hecîn û Şehîl, li gundewarê rojava Kesra, Cezra, Basîra, Tiyane û Ebû Hemam.

Serokê foca agirvemirandinê yê Dêrazorê Mihemed Fadil El-Hisên got: “Foc amade ye. Ji bo ku mewsima îsal biparêze. Ji bo wê jî hejmarek telefonê diyar kir. Da ku şênî karibin agahiyê bidin wan ger şewatek rû da.”

Hevserokê Şaredariya Gel a Ebû Xeşeb Casim El-Tabaş destnîşan kir ku bi rêya meclisên herêmî û malên gel bi şêniyan re koordîne kirine û pêwîstiya girtina cotkaran tedbîran, li rex hilkirina şînatiyên hişk ji aliyên zeviyan û cudakirina zeviyan ji hev, destnîşan kirine.

El-Tabaş bang li şêniyan kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin û ji her bûyerek bi guman agahdar bikin. El-Tabaş îşaretpê kir ku aliyên têkildar di demek berê de belavokên hişyariyê girêdayî sedemên çêbûna şewatan belav kirin.

Aliyên têkildar mîna Komîteya Aborî û Foca Agirvemirandinê ya Reqayê heman tedbîrên ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin, girtine.

(şx)

ANHA  


Mijarên Din