Li taxa Zorava ya Şamê pirsgirêka nan

Li taxa Zorava ya Şamê pirsgirêka kêmasiya nan rû dide. Tevî ku li bajêr qedexeya derketina derve heye, lê ji ber ku hikumetê firotina nan li firinan qedexe kiriye, şêniyên taxê neçar dimînin ku her roj ji bo wergirtina nan bi saetan di dorê de bimînin.

Li paytexta Sûriyê Şamê ji ber Koronavîrusê (Covid-19) rewşa awarte hatiye ragihandin û derketina derve qedexe ye. Lê ji ber kêmasiya nan û madeyên xwarinê her roj şênî ji bo wergirtina nan dikevin dorê û bi saetan li benda belavkirina nan dimînin ku ev yek jî rîska belavbûna vîrusê zêde dike.

Li taxa Zorava ya Şamê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, nêzî 25 hezar kes dijîn û bi giştî 3 hezar malbat lê hene. Hikumeta Sûriyê rojane bi tenê 700 tûrên nan li tevahiya taxê belav dike û ev rêje li gorî hejmara şêniyan pir kêm e.

KEYSBAZIYA HIKUMETA SÛRIYÊ

Her wiha hikumeta Sûriyê li firinan firotina nan qedexe kiriye, bi hinceta ku kombûn çênebe û nan bi rêya komên taybet û muxtaran tê belavkirin. Komên taybet ên belavkirina nan her tûrekî nan ku bi 50 lîreyên Sûriyê ye, bi 100 lîreyan difiroşin şêniyan.

ANHA


Mijarên Din