Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şitilgeha Kurdistan a 45 salî

Dema ku mirov li kolanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digere, axaftina şêniyan a li ser kolana kulîkan , bala mirov dikişîne. Kolana Kulîlkan navê xwe ji şitilgeha "Kurdistan" digire ku girêdayî malbateke Ereb e  û nêzî 45 sal in bi çandina gulan ve mijûl dibe.

Di her kolaneke taxa Şêxmeqsûd de çîrokên berxwedanê û çîrokên din ên malbatên ku mohra xwe li berxwedanê dane û heta roja îro di mêjiyê şêniyên taxê de mane, tên gotin. Dema em li wan çîrokan guhdarî dike, girêdana şêniyên taxê bi xaka wan ve dibînin. Yek ji wan kolanan, yek jî Kolana Kulîlkan e.  Kolana Kulîlkan  dikeve aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û ji rojavayê taxê heta herêma Şiqeyêf dirêj dibe.

Kolan bi navê Kolana Kulîlkan tê nasîn. Ev nav vedigere mêrekî ji pêkhateya Ereb ku kulîlan difroşe û ji sala 1975`an ve li taxê dimîne. Ew kesê yekê ye ku li taxê bi cih bûye û piştî ku malbatên ji hemû pêkhateyan berê xwe dan taxê, bi hev re li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş jiyane. Lewra ev şitilgeha kulîlkan bi navê "Kurdistan" tê naskirin.

Malbata Ebdullah Delonî li wê kolanê nêzî 8 şitilgehên kulîlkan vekir û malbat di nava şêniyan de bi malbata "Ebo El-Werd" tê naskirin. Ebdullah jî tevî zarokên xwe wan şitilgehan de dixebitin.

ÇANDINA GULAN JI BAVÊ XWE GIRTIYE

Ebdullah, 8 zarokên xwe fêrî çandina gulan kiriye û ew jî tê de dixebitînin. Lê belê di destpêka sala 2013`an de dema şer li taxê dest pê kir, neçar mane ji taxê derkevin û berê xwe bidin bajarê Hesekê û piştre taxa Saxûr a bajarê Helebê. Malbatê tevî koçberiyê jî çandina gulan li wan herêman dewam kir.

Mehmûd Delonî (47) kurê Ebdullan Delonî ye û ji gundê Tenib ê girêdayî Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Mehmûd dibêje: “Ji dema zarokatiya min de, ez tevî malbata xwe di çandina gulan de dixebitim. Me ev kar ji bavê xwe girt û em pê dabara jiyana xwe dikin."

TIŞTEK JI WAN RE NEBÛ ASTENG

Dema di sala 2013’an de şer li taxê çêbû, malbata Delonî jî di nav de bi hezaran malbatan ji ber şer û koçberiyê azar kişandin. Lê belê malbata Delonî  li hember van astengiyan destgirêdayî nema û li herêmên ku lê bi cih bûne wekî taxa Saxûr a Helebê û bajarê Hesekê, gul çandin.

Mehmûd wiha dibêje: "Me ji ber şer gelek azar kişandin. Rewş pir zehmet bû, em bi zorê ji malên xwe derketin û me berê xwe da taxa Saxûr. Em neçar man ku sal û nîvekê ji taxa xwe dûr bikevin. Bi destpêka vegera me ji taxê re, me gelek cureyên gulan çandin û me jiyan ji nû ve li vê şitilgehê vegerand."

Mehmûd axaftina xwe wiha dewam kir: "Roja ku ez de şitilgeha xwe nebînim, ez jiyanê hîs nakim. Dûrketina me jê, wekî wendakirina zarokên me bû."

KARÊ WAN DI ŞITILGEHÊ DE

Tiştê balkêş di şitilgeha "Kurdistan" de ew e ku gelek cureyên keskahiyên xemilandinê û cureyên gulan wekî; gardîniya, ful, yesmîn, gulên cûrî û kaktûsê hene, her wiah darên wekî daliye, şemsiyê û mex hene. Malbat toximê gulan ji parêzgehên Lazîqiyê, Tertûs û Hemayê tînin û li şitilgehê diçînin. Piştre wan ji hev cuda dikin û hineke semad dixin nav de û difroşin.

Mehmûd tevî hejvîna xwe Cûmana Delonî rojane ji saet 07:00`an heta saet 20:00`an di şitilgehê de  kar dikin û wekî çavkaniya dabara jiyana xwe ya rojane dihesibînin.

Derbarê zehmetiyê ku Mehmûd di peydakirina pêdiviyên çandiniyê de dikişîne, wiha dibêje: "Ji ber buhabûnê em gelek zehmetiyan dikişînin. Îsal buhayê madeyan çar qatan zêdetirî sala borî rabûn. Her wiha axa pêwîst û qutiyên çandina gulan jî kêm in.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din