Li taxa El-Hezawine rêzexebatên xizmetguzariyê

Piştî derbasbûna salan di ser azarên şêniyên taxa El-Hezawine re ji ber rêyan, veguhastin û tevgera taxê ya kêm, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê hewl dide rewşa taxê bi pêş bixe û xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re peyda bike.

Taxa El-Hizwane ya li başûrê bajarê Mibicê yek ji taxên dûr e. Beriya rizgarkirina bajêr tax hatibû paşguhkirin. Taxa ku hejmareke zêde şênî lê dimînin, xwe amade dike ku ji nû ve bi awayekî mezin xebata lêkirinê bike û xizmetguzariya ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbic û gundewarê wê bi kedekî mezin ji bo peyda kirina wê dikin.

Şêniyên taxê zehmetiyê di gihandina navenda bajêr de dibînin, bi taybet di demsala zivistanê de ku ax li rêyan kom dibe û kes nikare tê re bimeşe, ji ber vê yekê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê gelek projeyên taybet li taxê lêkolîn kirin û gelek jê pêk anîn.

Ji projeyan;  vekirina geraca nû, aktîfkirina xeta veguhestinê li taxê ku ji rêya giştî li nêzî taxa El-Hezawine heta navenda bajêr, vekirina 2 rêyên berfireh li taxê, yek ji wan ji bo bolmanan ber bi rêya giştî û ya din ji bo xizmetguzariya şêniyên taxê ber bi kolana El-Ebas heta navenda bajêr.

Ji encamên vekirina geraca nû li taxa El-Hezawine li bajarê Minbicê kurtkirina rê ye ku bolman ji geracê diçe rêya giştî, bêyî ku di nav kolanên bajêr û navenda wê re bigere û rêya kin û taybet a geracê re diçe, ew yek ji aliyê Şaredariya Gel a Minbicê  ve pêk hat.

Yek ji şêniyên taxa El-Hezawine Murî Ebdellah ji ajansa me re behsa rewşa xizmetguzarî li taxê û azarên wan ên berê kir û got: "Gava vekirina geraca nû gavekî baş e, dê encamên wê di demên pêş de ser hemû bajêr diyar bibin û taybet ser taxa El-Hezawine, ji encamên baş kêmkirina qerbelixa ji navenda bajêr e, her wiha geracê xuyangeke xweşik ji taxê re çêkiriye."

Der barê xizmetguzariya veguhastinê li taxê de Ebdellah wiha got: "Rêwiyan di çûyîna cihê bolmanan de zehmetî didît, ji ber veguhestina hundirîn li hin taxên li bajêr tune bû û ji wan taxan taxa El-Hezawine."

Ebdellah wiha domand: "Berê me zehmetî ji rêyan bi giştî didît, bi taybet di demsala zivistanê de ku hemû rê ji ber axê dihatin girtin."

Di dawiya axaftina xwe de Murî Ebdellah spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê kir.

(jo)

ANHA


Mijarên Din