​​​​​​​Li taxa Cimaya metirsiyên belavbûna nexweşiyan

Şêniyên taxa Cimaya ya rojhilatê bajarê Qamişlo bang li Rêveberiya Xweser kir ku tedbîrên pêwîst li wan taxan bigire ji ber zêdetirî 500 xanên xwedîkirina sewalan li wan  hene.

Bi belavbûna Koronavîrusê li gelek dewletên cîhanê û derketina wê li hindek parêzgehên Sûriyê metirsiyên gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn ku li herêmê jî derkeve, ji ber derfetên tenduristiyê li gel Rêveberiya Xweser kêm in.

Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst digire da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigire. Ji 23`yê Adarê de rêveberiyê qedexekirina çûn û hatinê li herêmê ragihand, derfetên tenduristî zêde kirin, her wiha dest bi hemleyên berfireh ên dezenfektekirinê kir.

Tevî hemû xebatên Rêveberiya Xweser ji paqijkirin, dezenfektekirin û prespaktîfên ji şêniyan re lê hindek taxên rojhilatê bajarê Qamişlo û gundewarên wê dibînin ku divê Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst û hemleyên paqijkirin, dezenfektekirinê li hindek taxan zêde bike mîna taxa Cimaya

Bengîn Sofî Casim ji taxa Cimaya ye, got divê şaredariyên gel li taxê dest bi hemleyên paqijiyê bikin, ji ber ziblên sewalan û termên lawirên mirî li ser qiraxê rêyên taxê ne. Casim di axaftina xwe de bang li şaredariyên Qamişlo û komîteya Zabîteyê kir ku xwediyên xanan ku sewlan xwedî dikin û ziblê sewalên xwe û termên mirî diavêjin derdora taxê, ceza bikin.

Şama Mihemed dayika 6 zarokan e, ji şêniyên gundê Um Fursan e û wiha anî ziman: "Em dixwazin taxa me her tim were paqijkirin û dezenfektekirin. Em gelek bi tirs in ku vîrus û nexweşî belav bibin. Gelek metirsî li herêmê hene ji ber paqijiya pêwîst li taxê tune ye."

Şama bang li şaredarî û çi aliyên ku dixebitin kir ku bi awayekî berfireh taxê paqij û dezenfekte bikin, ji ber aliyê başûr ji taxê zêdetirî 500 xanên xwedîkirina sewal û dewaran hene.

Newaf Hesen jî ev titş got: "Şaredariyên Qamişlo bi awayekî baş parastina paqijiyê dikin. Lê ev xebat bi awayekî zêde li taxên rojhilatê bajêr tê kirin. Tenê em dixwazin aliyên pêwenîdar hemleyên dezenfektekirinê li taxê zêde bikin da ku pêşî li belavbûna nexweşiyan bigirin."

Girêdayî mijarê hevseroka Şaredariya Gel  Zozan Îbrahîm wiha axivî: "Mekanîzmaya paqijkirina taxa Cimaya weke hemû taxên din berdewam e. Ji destpêka ku tedbîrên pêwîst ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin girtin şaredarî bi xebatên mezin tevahî bajêr paqij û dezenfekte dikin."

Zozan di berdewama gotina xwe ev tişt bilêv kir: "Di vê demê de em dixwazin dema qedexekirinê ji xwe re derfet bigirin da ku çopa li taxa Cimaya û li taxên din kom bûne paqij bikin. Taxa Cimayê ji taxên ku herî zêde dê were paqijkirin, ji ber xanên xwedîkirina sewalan tê de hene û dê xwestekên şêniyan bi cih bînin."

Taxa Cimaya yekemîn tax ji aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo ve ye. Hikumetê ew kiribû cihê xwedîkirina sewal û dewaran (500 xan). Di demeke kurt de ew tax bû taxeke nû ji aliyê rojhilat ve ku nêzî 10 hezar kes tê de dijî.

bx

ANHA


Mijarên Din