Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma şehîd Cahîde Libabîdî (Nûda Ocalan) û şehîd Hêvî Mistefa (Aryan Qendîl) ku di 11`ê Mijdarê de şehîd bûn û şehîd Silava Selah (Silava Serbilind) ku di 18`ê Mijdarê de şehîd bû. Merasîm li beşa xerbî ya taxa Şêxmeqsûd li dar ket.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Bîlal û bi navê meclisa giştî ya taxê Semîre Elûş axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Axaftvanan soza domandina rêya şehîdan heta rizgarkirina xakê ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker da.
Paşê wesîqetên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê Zelûx Qenber ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
ANHA